17:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pirtûk, pirtûkxane

    Osman Sebriyê ku îro salvegera koça wî ye, kî ye?

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 0 0

    Osman Sebrî her çiqas ji malbateke serokeşîran bû jî, di temenê xwe yê ciwantiyê de berê xwe fikra neteweyî ya kurd û çi bi helbestên xwe, çi jî bi xebatên xwe yên siyasî ji bo vê fikrê têkoşîn da. Apê Osman di 11ê Cotmeha 1993an de li Şamê, paytexta Sûriyeyê çû ser dilonaviya xwe.

    Prof. Qanatê Kurdo di kitêba xwe ya bi navê "Tarîxa Edebiyata Kurdî" de wisa behsa Osman Sebrî dike: "Li paş Cegerxwîn şêrê sere çiyayê Kurdistanê yê duwemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkiri û şerê xwenaskirina kurdan de û di şerê serbestî û azadkirina kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya wî mêrî bûne. Lê ew li îş û kare xwe de ji rêya xwe venegeriyaye, xebitiye, şer kiriye ji bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweya kurd."

    Osman Sebrî, bi navê xwe yê din Apê Osman. Ew her çiqas di bîranên xwe de dibêje ez di 7ê Çileya Pêşîn ya sala 1905an de hatime dinyayê jî, hinek nivîskar û lêkolîner dibêjin ew di 5ê Berfanbara 1905an de ji dayik bû. Apê Osman ji gundê Narincê ya navçeya Kolik a bajarê Semsûrê ye û kurê serokê hoza Mirdêsiyan bû. Piştî ku bavê wî di sala 1915an diçe ser dilovaniya xwe, ew li cem mamê xwe yê Şukrî, ku dayika Osman Sebrî li xwe mar dike û dibe serokê hozê, mezin dibe.

    Osman Sebrî di sala 1917an de diçe Dibistana Ruşdiyeyê (Dibistana Navîn) ya Kolikê û di sala 1920an de xwendina xwe ya vê dibistanê temam dike. Osman Sebriyê ku paşê li mizgeftan dest bi xwendina dînî dike, hay ji şaşî û kirêtiya eşîrtiyê dibe û berê xwe dide netewetiyê. Ji ber ku wî eşîrtî di rêya hêviyên neteweya kurd de wekî astengiyekê didît.

    JIYANA WÎ YA SIYASÎ Û NETEWEYÎ DEST PÊ DIKE

    Osman Sebrî di sala 1922yan de, yanê di temenê xwe yê 17 salî de bi dotmama xwe ya bi navê Eyşê re dizewice. Di sala 1926an de herdu apên wî Şukrî û Nûrî ji ber têkiliyên xwe yên ligel Serhildana Şêx Seîd li Diyarbekirê tên darvekirin û ew bi xwe jî heta sala 1928an di zindana bajarêz Denîzliyê de tê zindanî kirin. Di sala 1929an de careke din ligel 26 axa û serokeşîrên kurdan li parêzgeha Meletiyê ji aliyê dadgehê ve tê darizandin lê di heman salê de rê dikeve ber Apê Osman û derbasî bajarê Kobanê yê binxetê (Rojava) dibe.

    Osman Sebrî li Sûriyeyê kesên wekî Celadet Elî Bedirxan nas dike û li ber destê wî fêrî kurdî dibe. Apê Osman li vir dibe endamê Xoybûna ku bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî li Lubnanê tê avakirin. Apê Osman bi destpêkirina weşandina Kovara Hawarê (1932-1943), dest bi nivîsandina kurdî dike di vê kovarê de. Ligel vê yekê piştî bidawîbûna weşana Hawarê, bi destpêkirina weşana Kovara Ronahiyê (1942-1945) dibe û karê xwe yê nivîsandinê di vê kovarê de didomîne. Apê Osman dildarê zimanê Kurdî bû û her dem ji kurdan xwestiye ku li kurdî xwedî derkevin.

    Apê Osman di sala 1932yan de ji ber zordariya Frensiyan ya li Sûriyeyê diçe Oman, Urdun û Filistînê digere û di sala 1933yan vedigere Sûriyeyê û li bajarê Hemayê bi cih dibe. Di sala 1935an de ji bo welatê Madagaskarê yê li Efrîqayê tê nefîkirin û di sala 1937an de vedigere Lubnanê. Gelekî li wir jî namîne û di sala 1938an de dîsa vedigere Sûriyeyê.

    PARTÎ DEMOKRATÎ KURD LI SÛRIYEYÊ AVA DIKE Û ALÎKARIYA MAM CELAL WERDIGIRE

    Osman Sebrî di sala 1955an de Komeleya Vejandina Çandê ya Kurd dadimezirîne û dibe serokê wê. Osman Sebrî û kesên wekî Ebdulhemîd Hac Derwêş di naverasta sala 1956an de li ser bingeha vê komeleyê Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê, ku yekem partiya kurdan li Sûriyeyê bû, ava kir. Her çiqas bername û rêziknameya partiyê ji aliyê Osman Sebrî bi xwe ve tê amadekirin jî, Nûredîn Zaza û Mam Celal Talabaniyê ku wê demê li Sûriyeyê penaber bûn, alîkariyê Apê Osman dikin.

    Osman Sebrî di sala 1960an de ligel çend hevalên xwe tê girtin û gelek îşkencê li wan tê kirin. Apê Osman heta sala 1963yan di zindanê de dimîne û paşê azad dibe lê ji ber ku wê di navbera partiye de gengeşî derdikeve, dev ji serokayetiya partiyê berdide.

    Osman Sebriyê ku piraniya temenê wî bi girtin, zindanîkirin, mişext û nefîkirinê derbas bû, di 11ê Cotmeha 1993an de, di rojeke wekî îro de, piştî nîvro li taxa Kurdan ya li bajarê Şamê yê Sûriyeyê koça dawiyê dike û li pey xwe gelek helbest û berhemên kurdî yên hêja dihêle.

    Osman Sebrî di salvegera wefata xwe de ji aliyê kurdan ve li ser medyaya civakî jî hat bîr anîn.

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo li Qamişlo xatir xwest
    Îranê mala helbestvanê kurd ê navdar wekî muzexane ragihand
    Helbestvanê Rûsî yê navdar Yevtuşenko jiyana xwe ji dest da
    Helbestvanê kurd ê navdar Resûl Reş Ehmedî koça dawî kir
    Helbestvanê kurd Rênas Jiyan hat desteserkirin
    Helbestvanê kurd ji bo bê dermankirin çû herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    salveger, Helbestvanê kurd, Osman Sebrî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de