03:46 21 Tebax 2017
Zindî
    Sean Combs

    Navdarên herî zêde qezenc dikin eşkere bûn

    © AP Photo/ Evan Agostini
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 4452

    Lîsteya navdarên salê yên ku herî zêde pere qezenc dikin hate eşkerekirin.

    Kovara Forbesê di lîsteya ku navdarên salê eşkere kiriye de, di serê lîsteyê de cih da hunermendê muzîka rapê yê Amerîkî Sean Combs ku bi navê Diddy tê naskirin.

    Forbesê eşkere kir ku Diddy bi qezenca 130 milyon doralaran navdarê ku herî zêde qezenc dike. Di rêza duyemîn a lîsteya ku kovarê bi şêwr û dîtinên ajansan, meajer û çêkeran amade kiriye de jî bi 105 milyon dolar qezenca salane stranbêja navdar Beyonce cî digire.

    ​Nivîskarê rêzepirtûkên Harry Potter J. K. Rowling jî bû seyemîn û di salekê de 93 milyon dolar qezenc kir.

    Piştî Rowling bi 94 milyon dolaran hunermendê rapê Drake û bi 93 milyon dolaran jî futbolîzê Portekîzî yê Real Madridê Christiano Ronaldo cî girt.

    Tê texmînkirin ku qezenca giştî ya navdarên herî zêde qezenc dikin digihe 5 milyar û 150 milyon dolaran.

     

    Bi heman mijarî:

    Pervîn Buldan piştî îfadeyê hat berdan
    Cebhet el-Şam êrîş kir: Metirsiya karesatê li ser êzidîyên Efrînê heye
    Li Reqayê şerê dijwar rû dide
    Komîsyona Referandumê bi karbidestên Herêma Kurdistanê re civiya
    Zvezda, dîmenên pergala parastina moşekên S-400î yên li Sûriyeyê weşand
    Li Çewlikê wesayîta leşkerî hat teqandin: Leşkerekî can da
    Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
    Etîketan:
    amerîka, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de