12:43 20 Hezîran 2018
Qamişlo

Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo li Qamişlo xatir xwest

© Foto
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 60

Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo ku wek endezyarê helbesta kurdî tê naskirin, 8ê Hezîranê êvarê li nexeşxaneyeke Qamişlo di 57 salîya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Helbestvan Ferhad Içmo ev demeke bi nexweşîyeke giran re têdikoşîya ku agahîya wefata wî hat ragihandin.

Cenazeyê helbestvanê Kurd îro li demjimêr 10.00ê sibehê li Qamişlo tê rakirin.

Ferhad Içmo di sala 1960an de jidayik bûye û heta temenê xwe yê 57 salîyê gelek pirtûkên helbest û çîrokan çap kirin.

Helbestên Içmo ji aliyê gelek stranbêjên Kurd ên navdar ve wek stran hatine gotin ku Mihemed Şêxo, Şeyda, Selah Osê û Beha Şêxo çendek ji wan in.

Ferhadê Içmo gelek xelatên wêjeyê jî wergirtine ku berî du hefteyan jî ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve hatibû xelatkirin.

 

Bi heman mijarî:

Li gor encamên destpêkê di hilbijartina Îngilistanê de May piranîya kursîyan bidest nexist
Li Colemergê bi roketê êrîş li helîkoptera Skorsky hat kirin
Pûtîn ji Şi Cinping re got, ‘Şervanê bitenê’
Ji bo hêza Pêşmerge fermandarekî nû hat tayînkirin
Nûnerê DYAyê ji Spûtnîkê re got: Em amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
Parêzerê Trump ji bo dîrektorê berê yê FBIyê daxwaza lêpirsînê kir
Etîketan:
Helbestvan, Ferhadê Içmo, Sûriye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de