10:17 20 Çile 2018
Zindî
    Derhênerê Kurd Zana Hema Xerîb / Mala Sînemaya Kurd

    Derhênerê Kurd bû jurîyê Mihrîcana Emarcî ya Navnetewî

    © Sputnik/ Zana Hema Xerîb / Mala Sînemaya Kurd
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 70

    Damezirînerê Mala Sînemaya Kurd a Herêma Kurdistanê Zana Hema Xerîb di jurîya mihrîcana fîlman a Emarcî ya Navnetewî de cî girt.

    Mihrîcana Kurtefîlman a Emarcî ya Navnetewî li bajarê Necef ê Iraqê di navbera 5-6-7ê Gulanê de duyemîn car hat lidarxistin û bi sedan fîlmên cîhanî beşdar bûn.

    Derhênerê Kurd Zana Hema Xerîb jî ligel hunermedên wek D. Şeza Selîm û Beşîr Macîd wek endamê jurîya lijneya dadwerî ya mihrîcanê kar kir.

    MIHRÎCANA EMARCÎ DUYEMÎN CAR IN TÊ LIDARXISTIN

    Xerîb ji Spûtnîkê re got ku ew pê gelekî kêfxweş bûye ku wek Kurdekî buye jurîyê vê mihrîcana navnetewî û mihrîcan wiha nirxand:

    "Ev erkeke pir girîng bû, ji ber ku hemû filmên bijartî jî gelek serkeftî bûn. Ji ber vê yekê biryardayîn gelek zor bû. Ev ji bo min wek qursek, wek perwerdeyek bû. Me li gel lijneya mihrîcanê li ser gelek filman guftûgo kir. Em li ser gelekan rawestiyan. Hemû film jî serkeftî bûn. Lewre em mecbûr man ku 3 filman hilbijêrin. Ji ber ku tenê 3 xelat têne dayin di vê mihrîcana film ya Emercî de. Mihrîcana Emarcî yek ji mihrîcanên herî baş û serkeftî ye li Iraqê."

    JI GELEK WELATAN FÎLM BEŞDARÎ EMARCÎYÊ BÛN

    Di mihrîcana Emarcî de ji welatên mîna Gurcistan, Almanya, Herêma Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û Filîstînê gelek fîlm beşdar bûn.

    Ji wan fîlman Xelata yekem, kurtefîlmê ‘Çawekanim' yê derhênerê Filîstînî Ehmed, xelata duyem kurtefîlmê ‘Çawekant dabxe' derhênerê Iraqî Elî Elbeyatî û xelata sêyem jî kurtefîlmê ‘Dînula' yê derhênera ji Corcyayê Meryem Xaçvanî wergirt.

    Zana Hema Xerîb ku damezirînerê Mala Sînemayê ya Kurdistanê ye heta niha beşdarî gelek mihrîcanên fîlman ên navnetewî bûye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    AFP: NATO biryara beşdarbûna koalîsyona li dijî DAIŞê da
    Duterte: Eger hûn bi me re şer bikin, hûn ê bimirin
    Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
    Neviyê Stalîn koçî dawî kir
    Etîketan:
    Sînema, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de