06:26 30 Gulan 2017
Zindî
    Music

    Stranên kurdî yên berî 100 salî hatin weşandin

    © Foto: Pixabay
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 25840

    Kompanyaya bi navê Columbia Records koleksiyonek weşand ku tê de stranên kurdî yên 100 sal berê hatine berhevkirin.

    Di gel stranên kurdî, stranên ermenîkî û tirkî, erebî jî di vê koleksîonê de cih digirin û bi navê “And Two Partridges II: From the Earliest Turkish-, Arabic- & Kurdish-Language Recordings in America, Feb-Aug, 1916” hatiye weşandin.

    Nûçe rojên borî di IMP Newsê de li ser navê Mustafa Ergun hat weşandin. Taybetiya van qeydan ew in ku kevintirîn qeydên zimanê kurdî yên di dîrokê de ne.

    "DENG ORJÎNAL IN"

    Colombia Records hejmara stranên kurdî û tirkî yên di dema Osmaniyan de hatine qeydkirin berhev dike. Stran bi kurdî, tirkî, ermenîkî, erebî ne. Hemû dengên ku ji aliyê Colombia Recordsê ve hatine berhevkirin bi awayekî akustîk hatine qeydkirin. Ango beriya ku mîkrofon derkeve bi deh salan hatine qeydkirin. Kompanya ragihand ku tenê rûtişên biçûk li ser dengan kirine, ango deng timî orjînal in.

    "XUSRO MELÛLÊ AMEDÎ JÎ TÊ DE YE"

    Stranên di vê qeydê de zêdetir bi qanûn, keman, piyano û derbûkeyê hatine qeydkirin. Xusro Melûl ku di sala 1881an de li Amedê hatiye dinê û di destpêka salên 1900an derbasû Mûsilê bûye, stranên wî di nav van qeydan de hene. Melûl ku bafile bûye û bi zarokên xwe re jî bi zimanê bafile (Suryanî) peyiviye stranên xwe bi kurdî gotine.

     

    Bi heman mijarî:

    Bandora ‘Bavê muzîka Rock and Rollê' Berry a li ser muzîkê
    Dilşad Seîd ji ber nexweşiyê ji muzîkê dûr dikeve
    Ji Pûtîn ziyafeta muzîkê
    Festîvala Muzîkê Leşkerî ya Navneteweyî li Moskovayê dest pê kir
    Etîketan:
    Xusro Melûl, Kuala Lumpur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de