01:18 23 Hezîran 2017
Zindî
    seywan saedian

    Seywan Saedian: Ji bo hunerê ti xizmet nehatiye kirin

    © Foto: Seywan Saeedan FB
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 139102

    Hunermendê kurd Seywan Saeidan yê ji bajarê Mehbadê ye, ji ber dûrbûna civakê bêhtir civaka kurd ya zêde polîtîze bûye, ji çand û hunerê gelekî bi êş e û diyar dike ku di çanda kurdî gelek tişt hene ku nayê zanîn, divê em wan derxînin rûyê erdê.

    Jiyana hunerî ya Seywan Saeidan ku li bajarê Mehabad a eyaleta Kurdistana Îranê ye, bi hunera ‘xetê' dest pê kiriye, bi gelek beşên din yên hunerî 20 sal in bi awayekî profesyonel berdewam dike. Hunermendê kurd hesinê xurde bi destê xwe vedugezîne kaniyeke ku aqil û ruh tê de bi awayekî yekbûyî diherike.

    Saeidan li Mehabad, Tehran, Hewlêr, Silêmanî, Amedê û bi dehan bajarên din bi dehan pêşengeh vekirine. Herwiha ew çîrokan jî dinivîse û ku îdia dike ku ‘çîrokên wî yên zaroka çirokên herî modern yên Îranê ne.'

    Saeidan bi hemû beşên hunerê re eleqeder e ku wî karê sêwirandina grafîkê, sînema, kurtefilm, wêne, helbest û wergêrî jî kiriye û hêj berdewam dike.  Saediyan ji Sputnik Kurdistanê re behsa xebatên xwe, cihê hunerê ya li ba ciwanan, nêrîna gel û têsîra hunerê ya li ser aştiyê kir.

     

     

    MALZEMEYÊN PEYKERAN JI XURDEFIROŞAN PEYDA DIKE

    Saeidan di serê axaftina xwe de behsa çîroka çêkirina peykerên newaze ji hesinên xurde dike û dibêje dema ku ez li Hewlêrê dijiya fikrek wiha bi min re çêbû lewra li her derê bajêr xûrde hebûn lê derfetên min tune bû û wiha pê de diçe: "Dema ez hatim Amedê derfeta vekirina atolyekê bi min re çêbû. Ez beriya ku peykerê xwe çekim diçim cem xurdefiroşan û paşê li atolya xwe ya li kolanek navçeya Sûrê wan disêwirînim."

     

    A post shared by seywan saedian (@seywan.saedian) on Feb 28, 2017 at 3:25am PST

    Di peykerên Saeidan her peyamên civakî  hene; êş û coş bi awayekî desthevgirtî xwe dide ber çavan. Jineke ku erbane di destan de bigrin heta dayîkek ku zaroka wê ya mirî li ser milê wê gelek êşên civakê bi rêya hesinên xurde hatine ziman.

    ‘JI BO HUNERÊ TIŞTEK NEHATIYE KIRIN'

    Hunermendê kurd rojên borî li Amedê li kafeyekê pêşengehek vekir. Dema ku behsa wê rojê dike hinekî hêrs dibe û gelek rexneyan jî dike. Lewra diyar dike ku li bajarên kurdan ji bo çand û hunerê ti xebat nehatine kirin ku li gelek bajarên kurdan galerî tune ye û diyar dike ku ew ji neçarî pêşangehên xwe li kafeyan li dar dixin. Herwiha hunermendê navborî diyar dike ku îro siyaset ji hunerê bêhtir bala civak û ciwanan dikşîne lewma jî eleqeya li hember çalakiyên hunerî gelekî qelse.

     

    Hunerya galery/ Amed (Diyarbekir)/Turkey

    A post shared by seywan saedian (@seywan.saedian) on Mar 22, 2017 at 9:09am PDT

     

    ÇÎROKA ‘SÊVA MÊXEKRÊJ'

    Saeidan ew kese ku çanda sêva mêxekrêj (sêva bi qurnefilan hatiye xemilandin) ya bi sedsalan li nava kurdên Îranê cih girtiye lê mixabin hatiye jibîrkirin, ji nû ve kiriye rojeva çanda kurdî. Saedian çanda ‘sêva mêxekrêjê' wekî sembola aştbûnê bi nav dike û dibêje: "Ez çend rojan ji dayika xeyidîbûm. Dayika min bo aştiyê sêvek wiha xemilandî kiribû nav çenteyê min. Dema min dît kêfa min hat û piştre min li ser lêkolîn kirin.

    Sêva mêxekrêj
    © Sputnik/ Ayşegul Ozmen
    Sêva mêxekrêj

    "Haya ti kesan ji çanda sêva mêxekrêj tune bû, helbet ya me jî. Tenê di nava çend stranên folklorîk de derbas dibû. Min gelek lêkolîn kir li ser û paşê wekî proje pêşkêşî Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê kir û ji sala 2005an de her Roja Evîndaran de di çalakiyên taybet de dihate çêkirin. Bi beşdarbûna bi sedan kes û helbestvanî çalakî dihate birêvebirin û beşdarvanan bi hevre sêvên mexerêj amade dikirin."

    ‘SIYASET MUDAXALEYÎ HER QADÊ JIYANÊ DIKE'

    Hunermend Saedian di dawiya axaftina xwe de nêrîna li hember huner û bêhtir li hember hunera kurdî bi awayekî tund rexne dike û bi mînakekê peyvên xwe bi dawî dike û dibêje: "Em nikarin li derên siyasî komelgeyên  medenî ava bikin. Şaredariya Izmîrê daxwaza vekirina pêşangehekê kirin û me pêşengeha xwe vekir lê di roja vekirinê yek xebatkarek şaredariyê beşdar nebûn. Min ji wan re jî got madem hûn girîngiyê nadin hunerê hûn çima zehmetiyê didin û pêşangehan vedikin. Mixabin li Rojhilata Navîn siyaset ketiya nava her tiştî û zêde mudaxeleyê dikin û piraniya mirovên mejiyên wan nexweş karê siyasetê dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Min bi kurdî Flamenko dikir lê niha karkeriyê dikim'
    Dengbêjê Hamlet a Kurdî bû Goşto!
    Çîroka dengbêja kurd Fatma Îsa û klama ‘Miho'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de