00:25 19 Hezîran 2018
sehne-dik-şano

Îro salvegera 13emîn a wefata hunermendê şanoya bêdeng, Poladov e

© Sputnik / Анатолий Гаранин
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 80

Poladov, hunermendê şano û pandomîmê li Sovyeta kevin bû û di karê xwe de li cîhanê de nav dabû.Poladovê ku li ser şanoyên Vilîam Saroyan û Gogol dixebitî, hin caran edetên kurdî ên di nava malê û pandomîmê jî dişiband hev û digot bûkên kurdan berê, bi xezûrê xwe re xeber nedidan, bi çepik û destan ramanên xwe didan îfadekirin ku ev pandomîma ye.

Îro salvegera 13emîn a hunermendê şanoya bêdeng (pandomîm) Arsênê Reşît Poladov ê kurd e. Lê Arsên kî ye û di jiyana xwe de xebatên çawa kiriye û nêrîna wî ya li ser çanda kurdî û tekila wê ya bi pandomîmê re çawa bû?

Li gorî agahiyên ku li ser malperên kurdî hatine berhevkirin, malbata Poladov malbateke êzidî bû û ji herêma Serhedê  bû û wan di dema komkujiya Xirîstiyan û êzidiyan berê xwe dane Ermenistanê.

Poladov di sala 1942an de li Êrîvana paytextê Ermenistanê ji dayîk bû demek mezin a jiyana wî li wê derê derbas bû. Wî beşa Beşa Rejîsoriyê ya Zanîngeha Moskovayê qedand û li Parîsa Fransayê, ji Pandomîmê navdar Marseille Marso bi qasî du salan dersên pandomîmê dîtiye.

Arsênê Reşît Poladov, yek ji hunermendê şanoya bêdeng (pandomîmger) yê herî bi nav û deng li Sovyeta kevin û li cihanê bû. Poladov, li zanîngehên wekî Moskow û li gelek zanîngehên din ên cîhanê dersên şano û pandomîmê dida. Bi hezaran xwendevanên Poladov hebûn û wî bi dehan şano, skêc û pandomîm nivîsandine û lîstikên wî li gelek bajarên cîhanê hatine lîstin û gelek hatine ecibandin.

‘BÛK LI BER XEZÛRÊ XWE XEBER NADE, EV PANDOMÎM E'

Poladov, hevdîtina xwe ya bi Zahir Kayan re de derbarê têkilya hunera pandomîm û edetên kurdî de jî têkîliyê datîne û wiha dibêje: "Edebiyata me pirr dewlemend e û wisa jî folklora me, hema ji pandomîmayê. Weke heta roja îroyî bûkê me ez nizanin li ba we çawa ne, li ba me bûk bi xezûrê xwe re xeber nade, bi çepik û destan ramanên xwe dide îfadekirin. Ev pandamîma ye. Lê tiyato gere bê çêkirin, ez tim û car dibêjim dîsa jî dixwazim bibêjim; eger îro welatê me tune, serbestiya me tun e ev ewqas şer nîn e, lê em sî û çil milyon kurd in, tiyatroyeke me tune be ew şer me."
Di sala 2004a de ji ber nexweşiya dil li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê ku li nexweşxaneya vî bajarî dihate derman kirin, jiyana xwe ji dest da.

Bi heman mijarî:

Hefteya Danasîna Çanda Kurdî li Fransayê dest pê dike
Zanîngeha Kurdistan ya Sinê konferanseke "Kurd û Çanda Gelan" li dar dixe
2 girtiyan ‘Ferhenga Mîtolojiya Kurdî' amade kirin
Şanogerên kurd di Roja Şanoya Cîhanê de: Şano hêvî ye em ê mezin bikin
31 Şanogerên girêdayî Şaredariya Amedê ji kar hatin derxistin
Etîketan:
şanoya bêdeng, hunera pandomîmê, arsênê reşît poladov
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de