09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Efrîn - Sûriye

    Neviyê Cemîl Horoyê ku Neşet Ertaşî stranên wî gotine dê li ser rêya bapîrê xwe dewam bike

    © REUTERS/ Mahmoud Hebbo
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 7561

    Neviyê dengbêjê kurd ê efrînî Cemîl Horo yê ku tê gotin ku hinek stranên wî ji aliyê huermendê tirk Neşet Ertaşî ve bo tirkî hatine veguhestin, Ehmedê 12 salî dibêje, ez dixwazim bibim hunermend wek kalkê xwe Cemîl Horo”.

    Radyoyeke herêmî bi navê Welat Fm vîdeoyeke zarokê 12 salî yê bi navê Ehmed weşand ku tê de li tembûrê dixîne û kilaman dibêje.

    Ehmedê 12 salî di destpêka vîdeoyê de dibêje: "Ez dixwazim mezin bibim û bibim hunermend wek kalkê xwe Cemîl Horo".

    Hêjayî gotinê ye ku Cemîl Horo dengbêjekî kurd ê Efrînê ye ku di navbera salên 1934-1989an de ji dayik bûye.

    Horo di sala 1972yan de bi hunermenda kurd Eyşe Şanê re kaset jî amade kiriye û gelek stran bi hev re gotine. Bi taybetî di vê kasetê de Eyşe Şan û Cemîlê Horo kilama ‘Memê Alan’ û ‘Ji siltanên kurdan re tim û tim wêl wêl’ jî dibêjin.

    Li gorî hinek îdîayan, Cemîl Horo gelek stranên xwe dane hunermendê tirk ê navdar Neşet Ertaş lê Ertaşî navê Cemîl Horoyî ji bo awazên stranên xwe nenivîsiye û tê gotin ku ew stran li ser navê xwe nivîsîne.

    Herwiha di youtubeê de jî tomareke dengî heye û tê de tê îdîakirin ku Cemîl Horo wan hinek "stranan pêşkêşî kurdên Tirkiyeyê û Neşet Ertaşî dike".

    Bi heman mijarî:

    Mihemed Şêxo wek bav, hunermend, mirov û kurd...
    UNESCO hunermend esil-kurd wek hunermendê aştiyê bijart
    Hunermend Xulamî: Divê kurd bi kongreyekê yekitiya xwe pêk bînin
    Hunermend Seyda Perinçek serbest hate berdan
    Rewşenbîr û hunermend xwe îxbar kirin
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    Etîketan:
    dengbêj, Cemîl Horo, Neşet Ertaş, Efrîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de