22:23 24 Îlon 2017
Zindî
    ŞERIF OMERÎ

    Hîphopvanê kurd Şerîf Omerî: Pêşî bi kurdî paşê bi zimanên din bistirên!

    © Foto: Facebook/ Sherif Omeri
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 12491

    Hîphopvanê kurd Omerî ê ku behsa zehmetiya hîphopa kurdî dike destnîşan kir ku li gel zehmetiyên li pêşiya wî dîsa xwe gihandiye gelek guhdarvanî û heta ji destê wî bê wê xizmeta hîphopa kurdî bike û her bi kurdî bistirê dûrî bi zimanê din.

    Şerîf Omerî xortekî kurd ji Amûdê ye û îro wekî hîhopvanekî navdar e ku bi kurdî distirê. Omerî dema behsa destpêka xwe ya mûzîkê dike dibêje ew ji zarokatiya xwe ye meraqa wî li ser muzîka hîphopê hebû û piştî derfet ketiye destê wî jî albûmek amade kiriye.

    Şerfî Omeriyê amûdî derbarê hiphopa kurdî, zehmetiyên wê û cihê wê yê di nava civaka kurdî de axivî.

    Şerfî Omerî behsa zehmetiyên nivîsandina peyvên kurdî bo stranan dike û dibêje:"Ji ber ku zimanê kurdî zimanekî fireh e û carna peyvek tê gelek wateyan û dike ku ew zehmetiyan dikşînin."

    Herwiha di nava kurmanciya gelê Rojava de gelek peyvên erebî bicih bûne û car caran ji wan peyvan kurdên Tirkiyeyê fêm nakin.  Li ser vê mijarê gelek kes, lê vegeriyane û wî jî hewl daye ku zimanê xwe paqij bike û heta jê bê peyvên bi kurdî bikar bîne.

    ‘EM ZAROKÊ MALEKÊ NE DIVÊ EM HEVDU NEHETIKÎNIN'

    Her wiha pirsgirêka hiphopa kurdî ne tenê ev e. Omeriyê ku heta niha 5 albûmên hîphopê çêkiriye diyar dike ku pirsgirêkek din a hiphopê dike û dibêje kes li kesekî xwedî dernakeve.

    Omerî amaje dike ku hîphopvanên kurd di stranan de hevdû gelek aciz dikin û bi tiştên nebûyî sûcdar dikin û wiha pê de diçe: "Gelek hîphopvan hene di stranan de dev davêjin hevdu û hevdu bi xwarina pereyan sûcdar dikin.  Ne rast e ku em li ber gelê cîhanê hevdû wiha bihetikînin.  Lewra divê em xwe wek zarokên malekê bibînin ku carna bav û birayê mirov jî di nava malê de şaşiyan dikin."

    ‘HETA JI MIN TÊ EZ ÊŞÊN GEL, DIKIM STRAN'

    Şerîf Omerî di stranên xwe de bêhtir ‘azadiyê' ji xwe re dike mijar û her bo motîvasyona gelê Rojava stran çêdike. Omerî diyar dike ku heta jê tê ew êşa milet bi hîphopê tîne zimên û wiha pê de diçe: ‘Ez hewl didim ku her êş û bûyerên ku gel eleqeder dikin, bikim mijara hûnera xwe.'

    ‘BILA GUH BIDIN ÊŞA ZAROKÊN PENABER'

    Şerîf Omerî diyar dike ku ew di çarçoveya projeyek civakî de demekê çûye hin kampên li Herêma Kurdistanê, li wê derê bi nav xelken wir re hevdîtinan kiriye û li wan guhdarî kiriye û hewl daye ku êşa wan par ve bike. Herwiha wê demê bo zarokên penaber jî çend konser li dar xistine, da ku ew hinekî êşa şer bide jibîrkirin.  Omerî dibêje:"Em çûn kampa şingaliyan,  gelek kêfa wan hat. Kêfa wan zarokan hêjayî hemû malên cîhanê bû."

    Omerî  di dewama axaftina xwe de hin rexneyan dike û dibêje bêhtirê hunermendê kurd amade ne ku beşdarî çalakiyên wiha bibin, lê ji ber ku organîzasyonek bi rêk û pêk nîne ti çalaki nayê kirin.

    ‘LI NAVA KURDAN HÊJ PROFESYONELÎ RÛNENISTÎ YE'

    Şerîf Omerî di dirêjahiya axaftina xwe de hin gilî û gazinan dike û dibêje ne şîrîket û ne saziyên me hene û ji ber vê yekê piştrgiriyek xweş û baş tune ye. Omerî destnîşan kir ku ew dema diçe konserên ji miletên din dibîne ku bi dehan endamên çapemeniyê û hunermendên din ên navdar li wê derê amade ne û wiha pê de diçe: "Dema ku me jî karek profesyonel û baş bikira wê eleqeya çapemenî û hunermendên biyanî li hember me çêbiba.'

    ‘ÇALAKIYÊN NEWROZÊ ÊDÎ BÛNE WEKÎ RÊZE KONSERAN'

    Şerîf Omerî ber bi dawiya axaftinê de rexneyan li çalakiyên pîrozbahiyê ên Newrozê bêhtir ên li bajarên Ewrûpayê dike û diyar dike ku ew êdî ne wekî çalakiyek Newrozê ye bûye tenê çalakiya konserên hin hunermendan.

    Şerîf di dawiya axaftina xwe de peymek wiha da: "Ez hêvî me ku em jî profeyonel bibin. Yek ji nav me derkeve û me û hîphopa kurdan li hemû cîhanê bide naskirin.'

    Bi heman mijarî:

    Dueta ciwanê kurd a bi stranbêja îngilîz re rastî eleqeyeke mezin hat
    Stranbêja îsraîlî ji bo pêşmergeyan stra
    Stranbêja navdar ji ber sernixumandina bi wî şiklî rastî rêxneyên tûnd hat
    Etîketan:
    zarokê malekê, hîphopa kurdî, muzîka kurdî, şerîf omerî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de