00:05 21 Mijdar 2017
Zindî
    Roja Evînê

    Pîrozkirina 14ê Sibatê ji kû derket û navê vê rojê bi kurdî çi ye?

    © REUTERS/ Ints Kalnins
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 254102

    14ê Sibatê êdî ne tenê di civakên xiristiyanan de lê li seranserê cîhanê belav bûye û bi taybetî gelek ciwan bi şêwazên cuda pîroz dikin an jî dixwazin pîroz bikin. Gelo ev roj ji kû hatiye û navê wê bi kurdî çi ye?

    Dilyar Amûdî

    Navê wê bi ingilîzî Valentine's Day yan St Valentine's Day e.Ev roj navê xwe ji wî kesê pîroz yê bi navê Valentine digire. Gelo Valentine kî bû? Gelek çîrokên cuda hene.

    Çîroka herî navdar ew e ku navê keşeyekî ji Romayê ye ku di sedsala 3yan piştî mîladê de jiyaye.

    Împerator Claudius II zewac qedexe kiribû, ji ber wiha difikirî ku kesên zewicî leşkerên xerab in. Valentine fikirî ku ev tişt neheqî ye lewra dest pê kir bi dizîka xelkê bizewicîne.
    Gava Claudius pê hesiya, keşe girt û hukmê bidarvekirinê lê birî.

    Li wê derê, dil dikeve keça zêrevanê zindanê û gava wî roja 14ê Sibatê dibin ber sêdarê, ew nameyekê ji qîza zêrevanî re dinivîse û jê re wiha dibêje: "Ji Valentineê te".

    GELO VÊ ROJÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

    Ev roj rojeke kevneşopiyeke gelekî kevin e û yê texmînkirin ku li festîvaleke romanî dest pê kiriye.

    Festîvaleke romaniyan bi navê Lupercalia hebû ku di 13ê Sibatê de dest pê dikir û di 15ê Sibatê de bi dawî dibû. Bi awayekî fermî destpêkirina biharê bû.

    Tê texmînkirin ku wek beşekî ji pîrozbahiyên wê festîvalê, xortan navê keçan ji qutiyekê dikişand. Îca di dema festîvalê de dê bibin yarên hev û carinan dizewicîn jî.

    Dûre dêr xwest ku vê festîvalê bike pîrozbahiyeke xiristiyanîtiyê û biryar da ku wê ji bo bibîranîna keşe Valentine jî bi kar bîne.
    Bi demê re xelkê navê Valentineyê lê kir û dest pê kir wî navî bi kar bînin daku hezkirin û evîna xwe ji xelkê re derbînin.

    NAVÊ VÊ ROJÊ BI KURDÎ ÇI YE?

    Ev roj demeke kurt e ku di civakên Rojhilata Navîn de tên pîrozkirin û hîn jî mijara nîqaşê ye bê gelo divê were pîrozkirin an na. Herwiha hinek dibêje kevnşopiyeke biyanî ye û hinek dibêjin kevneşopiyeke xweş e, lewra xweş e ku mirov pîroz bike. Li gel her tiştî jî ciwan û gelek mezin jî her salê hewl didin pîroz bikin an dixwazin pîroz bikin.

    Ji ber nûbûna wê û ji ber qedexebûna kurdî li dewletên kurd lê dijîn- herêma Kurdistanê ne tê de lê heta demeke nêz ew jî zimanê duyem bû li Iraqê- kurdan her navê vê rojê ji zimanên serdest girtiye.

    Navê vê rojê li gorî herêm û zaravayan wiha ye; kurdên di nava sînora dewleta Sûriyeyê de dijîn bi piranî têgeha erebî bi kar tînin; "îd el-hub" anku "cejna evînê" lê hinek jî cejna evîndaran, cejna evînê û valantaynê jî bi kar tînin.

    Herwiha kurdên di nav sînorên dewleta Tirkiyeyê de dijîn di jiyana xwe ya rojane de têgeha "sevgililer gunu" bi kar tînin lê kesên dixwazin bi kurdî bibêjin, wan jî rasterast wergera têgeha tirkî kiriye û wiha gotiye, "Roja Evîndaran".

    Vladimir Putin bi judo dilîze
    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Li herêma Kurdistanê gel bi piranî dibêje "valantayn" lê navên nîvfermî hene ku bi soranî, "cejnî xoşewîstî" û bi kurmancî jî: Cejna evîndaran.

    Bi qasî agahiyên me ji kurdên feylî yên di nav sînorên dewleta Îranê de dijîn wiha dibêjin: Roji Valêntayn" yan "Roji işq" yan jî "Roji ewîn". Lê di nav van de dîsa jî ya "roji ewîn" a herî kêm e, ji ber ewin wek peyv kêm tê bikaranîn.
    Herwiha di nav pêşniyarên ku li ser nîqaşa navê vê rojê derdikevin de, roja yaran, roja dildaran jî hene.

    Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku di kurdî de li gorî zaravayan ev navên vê rojê hene: kurmancî: Roja evîndarî,eroja evîndaran, roja yaran, roja dildaran, roja evînê, cenja evîndaran û cejna evînê, soranî: cejnî xoewîstî, rojî xoşewîstî, rojî ewîn, rojî ewîndaran, kellhûrî/feylî:: Rûji dûsdarî, "Roji işq", "Roji ewîn" "roji valantayn", bi kirmanckî, rojê waştîyan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    15 kes ji bo ku hevalê xwe bi sirûda kurdî şandin leşkeriyê hatin desteserkirin
    'Avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hîç nayê qebûlkirin'
    Partiyên kurdî li Sûriyeyê: Reşnivîsa Rûsyayê erênî ye lê kêm e
    "Rûsyayê herêmeke kurdî xweser li Sûriyeyê pêşniyar kir"
    Ji bo Enstîtûya kurdî ya Stenbolê kampanyayek îmzekirinê hat destpêkirin
    Polîsan dest danî ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
    "Dewleta kurdî bi rê de ye û em ti carî nebûne beşek ji Iraqê heta em veqetin"
    Hejmara pirtûkên kurdî yên îsal hatine çapkirin
    Etîketan:
    kurdî, roja evîndaran, St Valentine's Day, roja evînê, Roma
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de