13:46 26 Îlon 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Piştî sûîqesda Karlov yekem çalakîya hunerî li cihê êrîşê birêve çû

    © REUTERS/ Uğur Kavas
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 4241

    Piştî sûîqesda Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov yekem çalakiya hunerî li Navenda Hunerên Hemdem a Enqerê hat lidarxistin.

    Çalakiya yekem a piştî kuştina Karlov bi awayê zêmarî îşev bi pêşkeşkirina Oratoryosa Stabat Mater birêve çû.

    Çalakiya hunerî bi dengên soprano Funda Yaziksiz û mezzo-soprano Ayşe Dagistanli Parlar û jenîna pîyanîst Dengîn Ceyhan hat pêşkeşkirin.

    Piyanîst Dengîn Ceyhan berî vê çalakiyê Andrey Karlov û hemû qurbaniyên her cure terorê bi hurmet bibîr anî.

    NAVÊ KARLOV DAN SALONA ÊRÎŞ LÊ HATIBÛ KIRIN

    Hêjayî gotinê ye navê Andrey Karlov li salona ku êrîş çêbû, hat kirin. Dê 9ê Rêbendanê anku roja duşemê jî li Navenda Hunerên Hemdemî digel merasîma bîranîna Karlov konsertek were pêşkeşkirin. Dê li konsertê tenor Zafer Mutlu û pîyanîst Rustam Rahmedov li ser dikê bin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Hemû bajarên Tirkiyê rûbirûyê terorê ne
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Li Iraqê teqîn: 10 kes hatin kuştin
    Îstîxbarata Amerîkayê bi israr e ku êrişên sîberê Rûsyayê birêve biriye
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Etîketan:
    Yekem çalakiya hunerî, Navenda Hunerên Hemdem, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de