14:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pirtûk - Kitêb

    Hejmara pirtûkên kurdî yên îsal hatine çapkirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 29161

    Malpera Diyarnameyê lîste û hejmara pirtûkên kurdî yên sala 2016an hatine çapkirin weşandin. Di lîsteya weşandî de diyar dibe ku 190 pirtûkên hatine weşandin ku 51 ji wan pirtûkên helbestan in, 34 ji wan roman in û 22 jî çîrok in.

    Diyarname di nûçeya xwe de diyar dike ku wan nekariye agahiyan ji hemû weşanxaneyan bigirin li gel ku agahî ji hemûyan xwestine û wiha dibêje: "Yên ku hê jî lîsteya xwe neşandine hene. Di dawiyê de min ev lîste amade kir. Vê jî bibêjim îhtîmala kêmasiya lîsteyê sedî 5-10 e."

    "RÊNAS JIYAN Û YAKUP MEŞE,

    Nivîskarê nivîsê Cemil Oguz balê dikişîne ser wê yekê ku du nivîskar derketine û wan jî wek Yakup Meşe û Rênas Jiyan bi nav dike û wiha dibêje: "Yên Yakup Meşe 3 romanên wî ji Weşanên J&J’yê derketine. Rênas Jiyan jî bi sê pirtûkên cuda yek helbest, yek roman û yek raman cudabûnek nîşan daye. "

    "SPÎTMA, DI HEMAN SALÊ DE DU CARAN HAT ÇAPKIRIN"

    Herwiha Oguz diyar dike ku pirtûka Spîtma ya Rênas Jiyan di heman salê de du caran hatiye çapkirin û wiha dibêje: " Ji vê jî wêdetir Rênas Jiyan di wanê “di salek de weşandina çapa duyem” de mohra xwe li salê da. Romana wî “Spîtama” îsal derket û payîzê bi çapa duyem derket pêşberî xwendevanan."

    Di warê wergerê de jî Oguz agahiyan derbarê pirtûkên wergerandî de jî dide û wiha dibêje: Ger em qala wergerê bikin 6 pirtûkên civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji bo kurdî hatin wergerandin û bi vî awayî wî jî cihek taybet girt di nav lîsteyê de."

    "CELADET BI PÊNC PIRTÛKAN VEDIGERE"

    Ji aliyê din ve, nivîskarê Diyarnameyê behsa pirtûkên ku îsal careke din hatine çapkirin jî dike û wiha dibêje: "Weşanên Avesta nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên di Ronahî û Hawarê de hatibûn weşandin li gor beşên wan tasnîf kirine û wekî 5 pirtûkên Bedirxan pêşkêş kirin: ‘Memozîna Xanî’, ‘Şîretbêj’, ‘Stranvan’, ‘Rûniştiman’, ‘Yên ko xizmeta însaniyetê kirine’.

    Weşanên Lîsê jî 3 roman 2 novelên nivîskar Wezîrê Eşo ku berê hatibûn weşandin li vir hemû bi hev re yekem car gihandin xwendevanan û di nav vê beşa cuda de cih girt."

    "HÎVA 9 PIRTÛKÊN ZAROKAN PÊŞKÊŞ KIRINE"

    Oguz derbarê pirtûkên zarokan de jî agahiyan dide û wiha dibêje: "Ji weşanxaneyan Weşanên Hîva ji bo zarokan xebatê dike. Hîva 9 pirtûk ji bo zarokan pêşkêş kirine. Di nav Hîva de yê keda wî derketiye pêş Murat Yapici ye ku ew pirtûkan xêz dike ku ev pirtûk nivîskarên wan cuda bin jî xêzkar heman kes e. Ev kedek mezin e ji aliyê Yapici ve hatiye dayîn. Her wiha Ziya Avci jî bi şeş pirtûkên ku kirine kurmancî di nav lîsteyê de cihek taybet digire."

    "VATE Û ROŞNAYÊ, 11 PIRTÛKÊN KIRMANCÎ ÇAP KIRIN"

    Derbarê pirtûkên kirmanckî de jî, Oguz wiha dibêje: "Ji weşanên li ser kirmanckî (zazakî) weşanê dikin Weşanên Vate û Weşanên Roşna îsal jî xizmeta xwe ya ji bo kirmanckî kirin û pirtûkên kirmanckî weşandin."

    "HEJMARA PIRTÛKAN A ISAL LI GORÎ YA PAR KÊM BÛYE"

    Ji aliyê din ve, nivîskarê Diyarnameyê diyar dike ku îsal hejmara pirtûkên çapkirî li gorî par, kêm bûye û wiha dibêje: "Ev du sal bûn li dor 250 pirtûk dihatin weşandin îsal bi giştî 190 pirtûk hatine weşandin; daketinek berbiçav heye. Ji van 51 jê helbest in ku dîsa herî zêde helbest hatine weşandin. Dûre bi 34’an roman û bi 22’yan çîrok tên. Îsal pirtûkên lêkolînê û yên li ser folklorê jî balê dikişînin lê bi taybetî lêkolîn li gor salên borî zêdetir bûne.
    Ji weşanxaneyên herî zêde pirtûk weşandine herî zêde bi 39 pirtûkan weşanên Lîs û dûre weşanên J&J bi 34 pirtûkan tê. Di serî de Avesta, Do, Nûbihar, Peywend gelek weşanxaneyan ji par kêmtir pirtûk weşandine."

    ÇEND PIRTÛKÊN KURDÎ DERKETIN?

    Oguz diyar dike ku li gorî agahiyên ketine destê wî, îsal 190 pirtûk hatine çapkirin û li gorî weşanxaneyan wan wiha rêz dike:

    Di dawiya nûçeyê de, Oguz destnîşan kir ku her weşanxaneyê çend pirtûk çapkirine:

    AR: 2 pirtûk çapkirin

    ARAM: 3 pirtûk çapkir

    AVA 2 pirtûk çapkirin

    AVESTA: 18 pirtûk çapkirin

    BELKÎ: 8 pirtûk çapkir

    DO: Pirtûkek çap kir

    EVRENSEL BASIM YAYIN: 6 pirtûk çapkirin

    ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ 2 pirtûk çapkirin

    HÎVA: 9 pirtûk çapkirin

    J&J: 34 pirtûk çapkirin

    LÎS: 39 pirtûk çapkirin

    NA: 7 pirtûk çapkirin

    NÛBIHAR: 16 pirtûk çapkirin

    NÛDA: Pirtûkek çap kir

    PEYWEND: 3 pirtûk çapkirin

    ROŞNA: 5 pirtûk çapkirin

    SÎTAV: 12 pirtûk çapkirin

    ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A WANÊ: 2 pirtûk çapkirin

    ŞEMAL: Pirtûkek çap kir

    TEVN: 5 pirtûk çapkirin

    VATE: 6 pirtûk çapkirin

    WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ: 8 pirtûk çapkirin

    Çend Têbinî: 5 pirtûk çapkirin

    Bi heman mijarî:

    Enstîtûya Kurdî ku serokê wê yê pêşîn Apê Musa bû deriyê wê hat morkirin
    Beşîkçî: Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide demokrasiyê
    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    Helbestên Kurdî yên Fuzûlî hatin dîtin
    Li Parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî Kurdî bertek
    Dîmênê Alan Kurdî, di nava 100 wêneyî de yek ji dîmênê herî bi bandor hat hilbijartin
    Etîketan:
    çapkirin, kurdî, pirtûk, Rênas Jiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de