12:30 25 Mijdar 2017
Zindî
    Zimanê Kurdî

    Nijadperestan bertek nîşanî vîdeoya li ser zimanê kurdî dan

    © Foto: Twitter
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 19141

    Birêveberekî kanaleke Youtube bi navê Langfocusê vîdeoyek derbarê dîroka zimanê kurdî de amade kir û weşand lê ji ber şiroveyên hinek bikarhênerên Youtube, birêvebirê kanalê neçar ma ku hevokeke wiha bi vîdeoeya xwe ve bizeliqîne: Ev vîdeo ne derbarê siyasetê de ye û ez ti şiroveyan derbarê dijayetiya navbera kurdan û welatên lê dijîn de nakim.

    Birêveberê Kanalê yê bi navê Paul zimanê kurdî di vîdeoya xwe de bersiva pirsyara bê zimanê kurdî li kû tê axiftin wiha dide: Zimanê kurdî, zimanê gelê kurd e. Kurd etnîstiyeke wiha ye ku dewleta wan a taybet û serbixwe tine. Bi piranî li herêma Kurdistanê dijîn. Kurdistan ew dever e ya ku ji başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, bakurê rojhilatê Sûriyeyê, bakurê Iraqê, bakurê rojavayê Îranê û beşek ji Yekitiya Sovyetê ya berê".

    Vîdeoya kanalê ya derbarê zimanê kurdî de 14:39 deqîqe ye lê belê gelek şiroveyên li bin vîdeoyê hatin kirin ku êrîşî vîdeoeyê û naveroka wê dikir. Paul diyar dike ku wî ew şiroveyên nijadperest jê birine û derbarê mijarê de wiha dibêje: "Ev kanal derbarê zimanên cîhanê de ye. Ne di derbarê siyasetê de ye. Mafên min heye ku ez şiroveyên derbarê polîtîkayê de û bi taybetî yên tundûtûj û nijadperest de jê bibim. Tika dikim derbarê 'zimanan' de biaxive".

    ​Herwiha Paul hevokek bi vîdeoyî ve zeliqandiye û tê de wiha got: Ev vîdeo ne derbarê siyasetê de ye û ez ti şiroveyan derbarê dijayetiya navbera kurdan û welatên lê dijîn de nakim. Ez ji Tirkiyeyê hez û gelê wê hez dikim. Herwiha vîdeoyek min derbarê zimanê tirkî de heye û ez pê serfiraz im".

    VÎDEO JI BO ZIMANÊ KURDÎ ÇI DIBÊJE?

    "Zimanê kurdî, zimanê gelê kurd e. Kurd etnîstiyeke wiha ye ku dewleta wan a taybet û serbixwe tine. Bi piranî li herêma Kurdistanê dijîn. Kurdistan ew dever e ya ku ji başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, bakurê rojhilatê Sûriyeyê, bakurê Iraqê, bakurê rojavayê Îranê û beşek ji Yekitiya Sovyetê ya berê.

    Teqrîben nêzîkî 30 milyon kurdîaxivên esil-kurd hene ku 14.5 milyon ji wan li Tirkiyeyê ne, 5-6 milyon ji wan li Iraqê ne, 6 milyon li Îranê ne û nêzîkî 2 milyonan li Sûriyeyê ne.Herwiha hejmareke mezin a kurdan li diasporayê ye heye ku piraniya wê li Almanyayê ye.

    "CUDAHIYA FARISÎ Û KURDÎ"

    Kurdî zimanekî hindo-ewropayî ye. Zimanê kurdî şaxê bakurê rojavayî yê zimanê îranî yê hindo-îranî yê hindo-ewropayî ye lê zimanê farisî şaxê başûrê rojavayî yê zimanê îranî yê hindo-îranî yê hindo-ewropayî ye. Farisî û kurdî gelekî dişibin hev lê ji hev ne têgihiştinbar in(Anku kurd û faris ji axiftina hev fêm nakin).

    Bi heman mijarî:

    'Sala 2016an ji bo zimanê kurdî saleke xerab bû'
    ”Hin romanên kurdî hene ku wergerin zimanên cîhanê wê ji zimanê malê bêtir qîmetê bibînin”
    Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
    Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
    Li Îranê perwerdehiya zimanê kurdî were destpêkirin
    Amûdiyan cejna zimanê kurdî pîroz kir
    Etîketan:
    tirkî, kurdî, Îran, Sûriye, Iraq, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de