08:57 21 Nîsan 2018
    Pêykerê hunermendê kurd Ahmet Guneştekin ê bi navê Konstantiniyye

    Peykerê ku hunermendê kurd çêkiribû, ji ber bertekan hate rakirin

    © Foto : FB/Ahmet Guneştekin
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 32

    Peykerê ku hunermend Ahmet Guneştekin çêkiribû a bi navê ‘Konstantiniyye' ji ber bertekan nehate pêşkêşkirin. Peyker wê Stenbolê li ber navendeke kirîn û firotinê bihata pêşkêşkirin.

    Wênesaz û peykersazê kurd Ahmet Guneştekin ji bo dîroka kevnare, pirçandî û rengê Stenbolê derxe holê peykerek bi navê ‘Konstantinniye' çêkir. Peyker ê di sala 2015an de di çarçoveya Bîenala Venedîkê de hate pêşkêşkirin ji hêsa şîrketeke taybet hat kirîn û ji bo li Stenbolê li ber navenda kirîn û firotinê amade kir. Peyker di 22ê Berfanbarê de hate pêşkêşkirin.

    Lê hin kesan li ser medyaya civakî li hember pêşkêşkirina peyker bertek hate nîşandan û şîrketê biryar girt ku peyker rakin.

    Rayedarên Navenda Çandê ya Guneştekînê ji Sputnik Kurdistanê re diyar kirin ku li ser bertekan neçar mane dest ji pêşkêşkirinê berdin û bertek ji ber navê peyker hatiye nîşandan ku ‘Konstantiniyye' navê Stenbolê yê berê bû.

    Rayedar diyar dikin ku gef li hemberî pêşkêşkirina peyker hatiye nîşandan û ji ber ihtimala êrîşekê biryarek wiha hatiye dayin. wê roja duşemê daxuyaniyê bidin raya giştî.

    Rayedarên navendê ditar kirin ku çavlirêye roja duşemê daxuyaniyekê derbarê vê rewşê de bidin.

    Ahmet Guneştekîn ê ku di sala di nava "500 hunermendên herî girîng" de di rêza 260an de cih girtiye li bajarê Êlihê hatiye dinê û ji zaroktiya xwe ve bala xwe daye wêneyê. Guneştekîn ligel Bîenala Venedîkê, beşdarî gelek pêşangehên cîhanê bûye.

    Etîketan:
    peyker, bertek, pêşangeh, Peykerê Konstantiniyye, Bîenala Venedîkê, Navenda Çandê ya Guneştekîn, Sputnik Kurdistan, Ahmet Guneştekin, Êlih, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de