08:52 19 Sibat 2018
Zindî
    2yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê destpêkir

    ‘Sînemayek bê Sînor' sernava Mîhrîcana Fîlman ya Amedê ye

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mîhrîcana Fîlman a Amedê piştî navbera 4 salan bi dirûşma "Sînemayek Bê Sînor" dest pê kir.

    Sertaç Kayar

    Endamê Komîteya Amadekariya Mihrîcanê sînameger Îslam Dagdevîren di destpêka mîhrîcanê de axivî û got: "Bi rewşa awarte desthilatdar dixwazin vîna gelê kurd têk bibin. Em wek hûnermend vê yekê qebûl nakin û li kuçeyan be jî emê mîhrîcana xwe li dar bixin."

    2'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê îsal bi pêşengiya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê organîzekirin.
    Mihrîcana ku heya niha bi piştgirîya şarederiyên DBP dihate lidarxistin, îsal bi sedema tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyan de îsal bi piştevaniya Şaxa Egitim-Senê, Odeya Mîmar û Endezyaran û Cemxaneyê tê lidarxistin.Fîlm di eywanên van dezgehan de têne nîşandayîn.

    Gelek sînameger, rojnamevan û sînemahez beşdarî vekirina mîhrîcanê bûn.

    ‘KES NIKARE HÊVÎ Û STRANÊN ME Jİ ME BİDİZE'

    Hunermend Şêrko Kanîwar axaftina vekirina mîhrîcanê kir û wiha axivî: "Sînemaya me bê sînor e, ji ber ku têkoşer e. Sînemaya me bê sînor e ji ber ku ev sînema berxwedêr e û li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi dirûşmeya Sînemaya bê sînor e.Dibe ku eywanên me bigrin, dibe ku di zindanan de temenê me bi awayek fîzîkî birizînin. Gelo ev ê bikaribin qeyûmê tayînî xeyalên me, hêviyên me bikin. Ew tu carî nikarin rûmeta me hêviyên me û stranên me ji me bidizin. Em tu caran serî natewînin. Em ê li her derê hûnera xwe pêşkeşî hûnerhezan bikin."

    ‘SÎNEMA SÎNORAN QEBÛL NAKE'

    Îslam Dagdevîren wiha got: "Dixwazin vîna gelê kurd bin pê bikin. Em wekî hûnermend vê yekê qebûl nakin û li kuçeyan be jî em ê mîhrîcana xwe li dar bixin. Sînema bi xwe sînor qebûl nake." Piştî axaftinan, beşdaran li mûzîka Pîyanîst Sergîo guhdarî kir. Mîhrîcan bi filmê binavê ‘Bîranînên Serkevirî' yê Derhêner Shawkat Amîn Korkî dest pê kir. Di filmê de 2 hevalên bi navê Huseyîn û Alan qirkirina El Enfalê digirin dest. Derhêner Shawkat Amîn Korkî bi dîmenkêşa xwe milekê qirkirina Enfalê nîşan dide.

    Mihrîcana Fîlman a Amedê ya yekemîn di sala 2012an de hatibû lidarxistin û ev 4 sal in bi sedama bûyerên tundûtijiyê yê li bajarên kurdan navberek hatibû dayîn.
    Mîhrîcan heta 25ê Berfanbarê dê berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Festîvala Fîlman ya Amedê dest pê kir
    Li Rojava Yekemîn Festîvala Filman destpê kir
    Etîketan:
    mihricana filman a amedê, Odeya mîmar û endezyaran, Egitim-sen, Şaredariya Amedê, Îslam Dagdevîren, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de