03:57 27 Nîsan 2018
    Mozart

    Mozart di gora xwe de jî ji gelek muzîkjenan bêtir albûman difiroşe

    wikipedia
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hemû berhemên muzîkjenê awistryayî yê navdar Wolfgang Amadeus Mozart di milyon û 250 hezar qutîkan de hatin berhevkirin û û buhayiya wan bi hev re 468 milyon dolaran hatin firotin ku ji qezenca gelek hunermend, muzîkjen û stranbêjên niha bi gelekî zêdetir e.

    Mozart ji gora xwe ya ku cihê wê baş nayê zanîn lê tenê tê zanîn ku li goristana St Marxê ye, CDyên xwe bi buhayiyeke wiha difiroşe ku gelek stranbêj û muzîkjenên hemdem li gel hemû xebat, konser û gerên konseran li welatan nikarin bi wê buhayiyê bifiroşin. Stranbêja ingilîzî Adele û ya amerîkî Beyoncé bixwe jî nikarîbûn ku CDyên xwe bi qasî yên Mozart biforşin li gel ku ev 225 sal in, Mozart ne li vê cîhanê ye.

    Gava Mozart di 5ê Berfanbara 1791ê de mir, temenê wî 35 sal û 4 meh bû bê ku bê zanîn sedema mirina wî çi ye, li gel ku bijîşk texmîn dikin ku ji ber îltîhaba gewriyê be ji ber wê demê li Ewropayê bi giştî belav bûbû.

    CONSERTO 21 JI ALIYÊ 41 MILYON Û 600 HEZAR KESÎ VE HATIYE GUHDARÎKIRIN

    Mozart 626 kompoziysonên muzîkê, ku ji 22 operayan, 41 senfonî, 18 konçerto û bi sedan sonet û qalibên muzîkê li dû xwe hiştin.

    Navdartirîn berhemên Mozart Concerto 21 e ku bêtirî 41 milyon û 600 hezar kesî li vîdeoyaya wê ya li ser Youtube guhdarî kiriye.


    Birêveberên xanî û mûzeya Wolfgang Amadeus Mozart ku salane bi sed hezaran geştyar serdan wan dikin, bi boneya derbasbûna 225 salan di ser mirina wî re îsal berhemên wî yên muzîkê di komekê de berhev kirin ku ji 200 CDyî pêk tê.

    Li gorî malpera Encûmena Ewropayê (Council of Europe) ev kom-berhem bi navê Mozart 225: The New Complete Edition derketiye. Malperê ragihand ku şirketa Decca ya ingilîzî û ya Deutsche Grammophon ya almanî milyon û 250 hezar qutî ji vê berhemê hilberandine. Tê gotin ku li gel ku buhayiya qutiyekê 275 dolar e jî lê hema hema hemû hatine firotin û ev jî tê wateya ku 468 milyon dolar hatine bidestxistin ku ev jî bi gelekî ji qezenca gelek hunermend û stranbêjên hevdem jî bêtir e.

    "MOZART JI ADELE Û BEYONCE BÊTIR DIFIROŞE"

    Hêjayî gotinê ye ku ev kar berhema xebata 18 mehan e ku ji 600 berhemên tekane yên muzîkê û 60 senfonî û sonetan pêk tê û ji aliyê muzîkjenên pisporên Mozart û 60 orkestreyî ve hatine amadekirin.

    Beyonce
    © AP Photo / Invision for Parkwood Entertainment/Frank Micelotta
    Beyonce

    Ji aliyê din ve, reqîbên herî navdar ên Mozart, Adele ye ku di sala 2016an de albûmên wê ji yên her kesî zêdetir hatibûn firotin. Adele 20 milyon kopya ji Albûma xwe ya bi navê "25" firotibûn. Boyence jî reqîbeke din e ku milyon û 500 hezar kopyayên albûma xwe ya bi navê Lemonade firotibûn. Lê dîsa jî —firotina albûmên herdû stranbêjan jî nagihêje vê berhema Mozart ku 250 milyon CD di milyon û 250 hezar qutiyî de ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Festîvala Muzîkê Leşkerî ya Navneteweyî li Moskovayê dest pê kir
    Zanîngeha Medipolê muzîka strana kurdî bi kar aniye
    Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
    UNESCO dê muzîka kurdî biparêze!
    Etîketan:
    Adele, Wolfgang Amadeus Mozart, Beyonce, Britanya, Awistriya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de