13:02 21 Tebax 2017
Zindî
    35emîn Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê destpê kir

    Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû

    © Foto: fb
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    35emîn Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê destpê kir. Li gorî salên din îsal hejmara weşanxaneyên kurdan kêm tir e.

    Li Stenbolê 35emîn Pêşangeha Pirtûkan îro li destpêkir. Pêşangeha ku bi mijada "Felsefe û Moriv" tê lidarxistin wê heta 20ê Mijdarê berdewam bike. Li gorî zanyariyên saziya TUYAPê ya ku pêşangehê birêve dibe îsol li derdora 800 weşanxane beşdar dibin. Îsal Almanya weke ‘Welatê Rûmetê' hatiye hilbijartin û li ser wêjeya almanî bername birêve biçin.

    'WEŞANXANEYÊN KURDAN KÊM IN'

    Li gorî nûçeya di malpera diyarname.comê de hatiye belavkirin îsal hejmara weşanxaneyên kurdan ên beşdarî pêşangehê dibin, li gorî salên din kêm e.

    ​Nûçe wê agahiyê dide ku weşanxaneyên Aram, Ava, Avesta, Nûbihar, Peywend, Rûpel stand vekirine. Ji bilî van, weşanxaneyên din beşdarî pêşangehê nabin. Dîsa Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xwestiye di nava saziyên sivîl de standê vekin, lê cî ji bo wan nehatiye veqetandin. Ew ê jî di nava standa Aramê de ciyê xwe bigire.

    Li gel van weşanxaneyên weke Evrensel, Belge û İthakî jî yên ku weşangeriya bi tirkî dikin lê kêm be jî pirtûkên bi kurdî çap dikin stand vedikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşangeha pirtûkan a Amedê dest pê kir
    Li Pêşangeha Pirtûkan a ‘ONLINE': % 50 erzanî
    Weşanxaneyên Kurdî jî li Fûara Stenbolê ne
    Etîketan:
    pirtûkên bi kurdî, Weşanxaneya Belgeyê, Weşanxaneya İthaki, Weşanxaneya Evrensel, Weşanxaneya Avayê, diyarname.com, Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê, TUYAP, Weşanxaneya Rûpelê, Weşanxaneya Peywendê, Weşanxaneya Aramê, Weşanxaneya Nûbiharê, Weşanxaneya Avestayê, Almanya, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de