18:54 25 Hezîran 2018
Rojname - Medya- Çapxane

Rojeva Medyayê bi serkeftina Xezeba Firatê dest pê kir

© Sputnik / Руслан Кривобок
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 0 0

Li Amedê komeke rojnamegerên Kurd dest bi weşana Rojnameya Rojeva Medyayê kirin.

Rojnameya Rojeva Medya ya ku ji aliyê komeke rojnamegerên Kurd ve tê weşandin, îro bi manşeta xwe ya "Fırat'ın Gazabı büyüyor (Xezeba Firatê mezin dibe)" derket. Di nivîsa edîtor a rojnameyê de ji bo sedema weşana rojnameyê hat gotin, "Bila xwîner ji nûçe, şîrove û nivîsên Kurdî bêpar nemînin."

BI BERXWEDANEKE DÎROKÎ…

Di nivîsa edîtor a rojnameyê de ev tişt hatin gotin: "Di van rojên dîrokî de em rojnameyeke nû li beramberî we ne. Kurd îro li her 4 perçeyên Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî, dîrokê ji nû ve dinivisînin. Ji aliyekî ve riya siyaseta demokratîk li ber Kurdan tê girtin û siyasetmedarên Kurd tên zindanî kirin, li aliyê din jî şer û pevçûn her ku diçe gur dibe."

ROJNAME TÊN GIRTIN

Di nivîsê de balkişand ser rewşa çapemeniyê û wiha hat berdewam kirin: "Di rewşeke wisa de zextên li ser çapemeniyê de her ku diçe zêde dibin. Rojname tên girtin, saziyên çapemeniyê yek bi yek tên hişkirin û rojnamegerên tên girtin, li hemberî dadgehan azadiya raman û îfadeyê diparêzin. Wek Rojnameya Rojeva Medyayê armanca me jî ew e ku em geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi zimanê me yê Kurdî ji xwînerên xwe re ragihînin. Ji ber ku em bi zimanê xwe dayikê ji we re dibêjin merheba, em bi kelecan in. Em hêvî dikin ku xwînerên me jî wê mil bide milê me."

Bi heman mijarî:

Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Ocalan bê rojname ma
Etîketan:
dîrok, siyaset, Xezeba Firatê mezin dibe, rojname, Rojnameger, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de