22:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Orhan Pamuk

    'Standina xelata li ser navê Tolstoy rûmeteke gelekî mezin‘

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 51 0 0

    Nivîskarê navdar Orhan Pamuk ji ber ku Xelata Yasnaya Polyana standiye diyar kir ew bûye xwedî rûmeteke gelekî mezin.

    Nivîskarê navdar Orhan Pamuk bi pirtûka xwe ya ‘Ecêbiya di serê min de' Xelata Yasnaya Polyana stand ku li ser navê mala nivîskarê rûsî Lev Tolstoy tê dayin.

    Orhan Pamuk
    © AP Photo/ Lionel Cironneau
    Orhan Pamuk li ser vê rewşê ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku, ji ber xelata li ser navê Tolstoy dane wî, ew bûye xwedî rûmeteke gelekî mezin. Orhan Pamuk behsa mezinahiya Tolstoy kir û wiha got: "Ji ber ku min xelata li ser navê Tolstoy stand, ez bûme xwedî rûmeteke gelekî mezin. Tolstoy nivîskarê herî mezin e. Lê mixabin ji ber dersê min ên li New Yorkê ez ê nikaribim beşdarî rêûresma li Şanoya Bolşoy a Moskovayê bibim. Ez ê di meha sibatê di biçim serdana Yasnaya Polyanayê û xelata xwe bistînim. Romana tirk a modern gelek tişt ji Tolstoy û Dostoyevski fêr bûye. Ez wisa difikirim me tirkan û rûsan fam kiriye ku ne dema şer lê dema dostaniyê hatiye. Lehengê min Mewlûdê mastfiroş jî wê ji standina xelatê û ji naskirina li Rûsyayê bextewer be. Ez li ser navê wî jî spasiya xwe pêşkêş dikim.

    Şêwirmendê Çandê yê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Tolstoy diyar kir ku Orhan Pamuk ji bo hêjayî standina 14emîn xelata Yasnaya Polyanayê hatiye dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Orhan Pamuk: ‘Tirkiye ne welatekî demokratîk e'
    Orhan Pamuk: 'Kurdan hesab xera kirin û Erdogan dest bi şer kir'
    Zulfu Livaneli: Divê Tirkiye lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Zulfu Lîvanelî: Yaşar Kemal xemgîn mir
    Etîketan:
    Sputnik Kurdistan, Şanoya Bolşoy, Xelata Yasnaya Polyana, Lev Tolstoy, Vladimir Tolstoy, Orhan Pamuk, New York, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de