11:07 23 Tebax 2017
Zindî
    hhr

    Hesen Husên Rojhelat: ‘'Ez HDPyî me lê ji Barzanî re jî helbestan dinivsînim.''

    © Foto: Nazê Bawerî
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Fenomenê înternetê, Hesen Husên Rojhelatê ku ji Cotmeha 2014an ve bi taybetî li ser Twitterê aktîv e, ev demek e bûye profîlkekî ku heftê û heft kes li ser nasnameya wî guman û şiroveyan dikin. Ji bo kesên wî meraq dikin me pirsî û Hesen Husên Rojhelat, bi zimanê xwe yî resen bersiv da.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Hesen Husên Rojhelat, direjenavê HHR, bi rastî, pir bi ‘'bi rastî'' pir bi heyecan im ku bi fenomenekî wek te re dikim hevpeyvînê bikim..

    Hesen Husên Rojhelat: Baş e, ez jî bi heyecan im lê berî her tiştî tiştekî ji kekê xwe re bêjim, bi rastî carinan ji vî îşî aciz dibim, Şeytan dibê hesabê xwe bigire û here, dûre dîsa dimînim. Eger kesekî din daxwaza hevpeyvînê kiriba minê red kirina min red kiriye jî.. Lê tu başqe yî, ne mimkun e ji te re bêjim na, çinku tu her îşê xwe baş dikî, tu heqê wê didî. Hinekî vêya cesaret da min, min go heke OFB di vî îşî de be temam û ok.

    • Gelek spas, te ewqas pesnê min da ku min pirsên xwe ji bîr kirin, bê henek.


    Hesen Husên Rojhelat: Berî ku tu pirs bikî ez bersivê bidim: Dema min ev hesab vekir min go bila navekî weke ê pîlotan ya jî çi zanim navekî weke yên van nivîskarên berê be; yanî min go bila ji du navan û paşnavekî kurdî/kirî pêk were û ev nav derket holê. Dibû ku Ahmet Mehmet bûna jî, Alî Osman bûna jî. Axir me li Hesen Husên qirar da. Naxwazim qurretî û pozbilindiyê bikim, zîra têra xwe pozbilind û qurre hene. Pêşî ez veya bidime zanîn ku HHR ne navê min ê mustear e, personayek e. Personayeke hatiye afirandin û tîp û karakterê wî bi demê re rûniştiye. Bivê nevê hinekî ji min jî niqutiye vî tîpî lê ne zêde..

    • Çawa yanî, tu yekî çawa yî ew yekî çawa ye?


    Hesen Husên Rojhelat: Bo nimûne ez kesekî sosyal û derdora wî fireh im, HHR asosyal, tiral û kesekî flaneaur e. Ez goştxwir im HHR vejeteryan. Ez ji hespan hez dikim, HHR ji pisîkan. Ev ferqê me ne. Xalên me yên hevpar jî hene bêguman. Bo nimûne, em herdu jî ji xwendinê hez dikin, em herdu jî efendî û henûn in û hwd.

    • Himmm, bi qasî ku dişopînim û dibînim, Hesen Husên Rojhelat her tim xwe ji siyasetê dûr dixîne. Ji ber çi ye gelo, ji ber şertên efendîbûn û henûniyê?


    Hesen Husên Rojhelat: Ez, yanî HHR jiyaneke mutewazî dijî. Araq û cixareya min nîn e. Kitêba xwe ji kitêbxaneyê distînim û çayê vedixwim û hewl didim xwe bi kitêban re pak û paqij bikim, yanî baweriya min bi bîblîoterapî û destpêka demsala sar heye. Ha wext e min ji bîr kiribana, ne endamê tu kom û rêxistana me, ji bilî rêxistina xwendevanê şi'ra xalîs û muxlîs tayê rojhelatê dil. Yanî, ez zêde nakevim siyasetê. Çimkî siyaset gû ye, rêx e, zibil e. Lê madem cenabê te pirsî, bêjim bona xatirê çavên te yî ezîz. Ez HDPlî me, lê ji Barzanî re jî şi'ran dinivsînim lê bi qasî te ez Talabanîcî me, ez Gorancî me, ez heyranê goraniyê xweş û şa me.

    Ez ne Talabanîcî me law.. Li bakur, li ser Facebook û Twitterê her tim şerê Apocî û Barzaniciyan e, min xwest xwe jê dûr bixim loma min got Talabanîcî me. Bi van bersivên te yên xweş re min niha nêt kir ku bibim Hesen Husên Rojhelatçî.

    Hesen Husên Rojhelat: Çavê min î, ez jî bibim Omer Faruk Barancî.

    • Hesen Husên Rojhelat li Stenbolê dijî, nêta wî heye were yan vegere Kurdistanê?


    Hesen Husên Rojhelat: Rast e, giyanê min li Stenbolê ye lê rihê min li Kurdistanê ye. Ji ber vê hindê, dema ez teqawît bibim ez ê teqez vegerime Kurdistanê, li qeraxa Çemê Dîjle an jî Feratê bi cî bibim û kitêban binivsînim.

    Hema bêje di hemû hevokên te de bi şiklekî helbest û muzik heye.. Yanî tesîra helbestan û muzîka kurdî xweş xuya ye. Tu herî zêde ji helbestên kê hez dikî di wêjeya kurdî de û herî zêde guh didî ser kê di muzîka kurdî de?


    Hesen Husên Rojhelat: Ez vêya weke îltîfat qebûl dikim. Xwedê ji te razî be, Xwedê bike ku keçikeke nazik û nazenîn ta ebed ji te hez bike, lutfen. Ji wexta bîrewer bûme ve min hest pê kiriye ku ristnan li hev bînim, di vê çarçoveyê de min her hewl daye xwendinên cûrbecûr bikim. Ta niha belkî nebûme helbestkar lê helbesta baş nas dikim û ez dibêm qey uslubeke min a helbestkî heye. Ev jî ne tiştekî hindik e. Min yelpazeyeke fireh a xwendin û guhdarîkirinê heye lê bi taybetî ji helbestên Melayê Cizîrî û Arjen Arî, ji stranên Miradê Kinê hez dikim.

    • Çend mehên berê li Enqereyê paneleke fenomenan hebû li KUSÎ-KURDê. Li gorî gotegotan te berê gotiye ‘'Ez ê beşdar bibim'' lê piştre te fikra xwe guherandiye. Bo çi, ji bo çi rûyê xwe ji civakê vedişêrî?


    Hesen Husên Rojhelat: Belê, min dil hebû tevlî panela KUSÎ-KURDê bibim lê min xwe weke fenomen nedîdit, bi rastî hê jî xwe weke fenomen nabînim û bêdîlî min e ev yaftaya ‘'fenomenê înternetê'' li ser min bimîne. Tevde em hinekî stresê diavêjin û relaks dibin lo. Min dixwest tevlî panelê bibim, cenabê te û hevalên din bibînim û we rû bi rû binasim lê Xwedê heye, min got qey me ditrollînin lo. Ji bo beşdarbûn an nebeşdarbûnê hinekî bêbiryar mam berê, taliya talî min biryar da ku beşdar nebim. Min bilêta xwe jî birîbû lê ez beşdar nebûm.

    • Hin kes dibêjin ‘'Me deşîfre kiriye, em dizanin Hesen Husên Rojhelat kî ye, navê wî yê rast çi ye em dizanin'' filan. Gava tu li kafeyan î, yan çi zanim li civatan î, bêyî ku zanibin tu yî kesî behsa Hesen Husên Rojhelat kiriye qet?


    Hesen Husên Rojhelat: Dêmek min nas dikin ha? Welleh zarên xelkê pîlot in yabo! A rast, min têra xwe done dane û kesên piçekî stalkerî ji wan were, dibe ku texmîn kiribin bê ez kî me an jî dibe ku texmîn nekin, Allahûalem. Hew carekê li civatekê behsa HHR vebû, min li wir hema wilo rasterast go ‘'Ez im, HHR ezim.'' Tabî hevalên li wir şoq, heval îptal.

    • Ji bilî wan hevalên şoq û îptal, keçikên xweşik, li ser Twitter, Facebook û Instagramê, di mesajên taybet de qet xwestine te nas bikin, bi te re çayekê qehweyekê vexwin û û gezekê li lêvên te xînin?


    Hesen Husên Rojhelat: Bi wê rojnivîska te ya ezîz kim, çend keçikên xweşik û spehî ku giraniya xwe bi zêr tînin xwestin ku HHR nas bikin û çayekê ligel vexwin lê çawa ku keçikên night-club û fight cluban ji meriv re nabin malxwe û kebanî, herwiha yên medyaya civakî jî nabin. Lê bes ez dibêm bi yên ku ji Melayê Cizîrî fam dikin re teqez dibe, em dikarin çayekê an qehweyekê vexwin çavê min.

    • Li hêleke li her derê şer û pevçûn e û rojên qet ne xweş in jî. Em hemû her tim li ser înternetê dişopînin teqîn û kuştinan. Carna ji bo te jî înternet dibe tiştekî bêmane? Yanî tu jî qet dibêjî, ‘'Ez ê bigirim hemû hesaban û tobe, careke din li van deran venagerim'' qet dibêjî?


    Hesen Husên Rojhelat: Erê çawa! Hem jî gelek caran. Ne tenê înternet û medyaya civakî, dem bi dem gelek tişt bêwate tên ji min re, xwendin û nivîsandin, huner û ger û geşt û hwd… Hetta carekê min nivîsî û min go ‘'Ez hesabê xwe bigirim û herim dê kî bêriya min bike?'' Gelek kesan gotin ‘'Ez'' û çend kesan ji DMyê peyam şandin û gotin ‘'Eman û zeman ez dexîlê te me neçe'' Vêca keko em bona xatirê çavê belek ên çend hevalan dimînin û naçin.

    • Ez jî naxwazim tu bi derekê de herî. Yek caran dibêjin ‘'Di wêjeya kurdî de karakter tine, hîn karekterek nehatiye afirandin'' filan. Ez jî dibêjim, ‘'Li ser înternetê Hesen Husên Rojhelat heye, ma ne karakter e.'' Tu çi dibêjî li ser karekterên wêje û înterneta kurdî?


    Hesen Husên Rojhelat: Berî her tiştî em qebûl bikin ku avakirina karakterên serkeftî yên honakî ne hêsan e, gelek zor e. Dîsa bi ya min avakirina karakterên ciyawaz serkeftina herî bilind a nivîskaran e. Bavê Nazê di gotara xwe ya bi navê ‘'Hoyên Nivîskariyê'' de bi qasî ku tê bîra min wiha dibêje: ‘'Ji bo nivîsandinê tecrûbe serpêhatiyên jiyanê diyardeyek in, lê ev yek bi tana serê xwe têrê nake elbet. Dema ku ev jiyan û serpêhatiyên ku ji aliyê nivîskaran ve hatine jiyîn bi awayekî bêne honandin wê çaxê diyardeya duyemîn peyde dibe. Çimkî nivîskar dema dinivsîne tevî honandina xwe hestên xwe yên xeyalî jî bi kar tîne û bi alikariya xeyalên nivîkar prototîp dibe tîp. Tîp jî karakter e ku ji karakterên çend kesan mureteb e.'' Ê me, bi pranî karakter, gelekî dişibin nivîskarên xwe, bi gotineke din, axlebê caran karakter nivîskar bi xwe ne. Vêca, di wêjeya kurdî de karakter hene, bes dema ku mirov wan dide ber karakterên wêjeya cîhanê hinekî ze'îf dimînin. Lê weke gel, me nû dest pê kiriye û em dinivsînin em dibên çima Joycek, Dostoyevskiyek, Kafkayek ji me dernayê. Dibe ku derê bi demê re, ez bi hêvî me.

    • Temam, ew li ser karekterên wêjeya kurdî fikra te.. Tu li li ser karekterên înterneta kurdî nabêjî çi?


    Hesen Husên Rojhelat: Hinekî sebir bike lo, bersiva wê pirsê jî didim. Kesên ku bi navên xwe yên fermî dinivsînin û têne nas kirin em derveyî vê pirsê bihêlin, tembûrxwaz, gerînende û çendekê din bikarhênerên baş in, parvekirinên wan ên baş hene lê karakter in an na, ew meseleya nîqaşê ye. Wek min got, HHR ne navê min ê mustear e, oksîmoron e, saf e, vejeteryan e û hwd.. Her xuy û xisleteke xwe ji kesekî din girtiye û ev karakter derketiye holê. Bi demê re dirûv girtiye wekî tu jî dibêjî belkî bûbe karakterek, nizanim.

    • Tu bi qasî ku karekter î nivîskar î jî. Ma tenê yên kitêbên xwe didin çap kirin nivîskar in? Bêyî ku kitêbên meriv hebin jî meriv dikare bibe nivîskar. Mesela li gorî min bi wan hemû twitên xwe Hesen Husên Rojhilat nivîskarekî dost-post modern e, erê ne post lê dost. Tu qet difikirî dîwana twîtên xwe çap bikî?


    Hesen Husên Rojhelat: Ji wextê ku Sumeriyan nivîs keşif kirine û ta niha insên bi dorê li ser tabletan, mermeran, çermê xezalan, pelên daran û pelên ji kayê nivîsandine. Niha jî li ser ekranên elektronîk dinivsînin. Bi dem û dewran re zemîna nivîsê guheriye lê kêf û zewqa bêemsal a ku nivîs dide mirove neguheriye. Heke weşanxaneyek xwe bide ber projeyek wiha ez nabêm na, dibêm erê, em biceribînin, mimkûn e yanî. Te xweş jî anî ziman, sihhet xweş: Heke em bi karê xwendin û nivîsandinê ve dadikevin û ligel vê yekê em nivîsên xwe, welew ku bi qasî 140 karakteran dirêj be jî, parve dikin, gelek kes dixwînin û diecibînin, qenc xerab reaksîyon çêdibe; erê wella wê çaxê ev jî awayek ji awayên nivîskariyê ye. Lê bes taliya talî, wekî şexs, her tim dilê min bi nivîs û nivîskariya klasîk ve ye.

    Dilê min jî her tim bi Hesen Husên Rojhelat ve ye.

    Hesen Husên Rojhelat: Spas ji bo pirsên te û bersivên min.

    Spas xweş ji bo bersivên te û pirsên min.  

























    Etîketan:
    twitên kurdî, çand û huner, zimanê kurdî, omer faruk baran, hesen husên rojhilat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de