12:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Pira Malabadî

    Pira Malabadî û Keleha Wanê ketin lîsteya UNESCOyê

    © Foto: www.diyarbakirkulturturizm.org
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 92 0 0

    Komîteya Mîrate ya Cîhanê ya UNESCOyê Pira Malabadî û Keleha Wanê xiste nava Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên di malpera Komisyona Milî ya Tirkiyê ya UNESCOyê de hatiye belavkirin ji Tirkiyê û bajarên kurdan 10 cihên nû ketine nava Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê.

    Di nava van 10 cihan de Pira Malabadî ya li Amedê û Keleha Wanê jî cî digirin. Ji bilî van her du ciyan Keleha Bodrumê, Mizgefta Ulu ya Sivrihisarê ya li Eskişehirê, Mizgefta Haci Bayram û Qadên Dîrokî yên li derdora wê ya li Enqereyê, Kulliyeya Bayezidê Duyemîn ya li Edirneyê, Kulliyeya Nuru Osmaniyeyê ya li Stenbolê, Bajarê Kevnare yê Kibyra ya li Burdurê, Mizgefta Yivli Minare ya li Antalyayê û Bihuşa Çûkan a Kizilirmakê ya li Samsûnê jî di heman lîsteyê de cî girtin.

    Bi van her 10 ciyan re hejmara ciyên di heman lîsteyê de cî digirin derkete 70yî.

    SÛR JÎ DI LÎSTEYÊ DE YE

    Hêjayî gotinê ye navçeya Sûrê ya Amedê di sala 20153e de ketibû nava Lîsteya Mîrateya Cîhanê. Lê piştî biryara qedexekirina derketina derve û şerên li vê navçeyê gelek ciyên dîrokî wêran bûn. Di Tîrmeha 2015ê de li Stenbolê Civîna UNESCOyê lidar ketibû. Dihate texmînkirin ku di vê civînê de derbarê rewşa Sûrê de nîqaş bên kirin û biryar bê girtin, lê civînê ev mijar nexistibû nava rojeva xwe de. Hatibû îdakirin ku Wezareta Çand û Geştûguzariya Tirkiyê nîqaşkirina mijarê asteng kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Xerabeyên Anî yê ket lîsteya UNESCOyê
    Ji UNESCOyê daxuyaniya berhemên dîrokî yên Sûriyeyê
    EFAyê bang li UNESCOYê kir ku mîrateya çandî ya Amedê biparêze
    Cihên di lîsteya Mîratê ya UNESCOyê de niha di bin xetereyê de ne
    Etîketan:
    Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê, Wezareta Çand û Geştûguzariya Tirkiyê, Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê, UNESCO, Keleha Bodrumê, Mizgefta Haci Bayram, Kulliyeya Bayezidê Duyemîn, Kulliyeya Nuru Osmaniyeyê, Keleha Wanê, Pira Malabadî, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de