07:54 23 Gulan 2018
    Dario Fo

    Dario Fo yê ku lîstikên wî li Tirkiyê hatin qedexekirin: Weke cara duyem Nobelê distînim

    dariofo.it
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyê Şanoyên Dewletê biryar standin ku îsal lîstikên biyanî yên weke Çehov, Brecht, Dario Fo û Sheakespeare neyên lîstin. Nivîskarê lîstikên şanoyê Dario Fo got ku ev biryar weke cara duyemîn xelata Nobelê bistînim.

    Navenda Nûçeyan — Şanoyên Dewletê biryarek stand û lîstina lîstikên biyanî li şanoyên xwe asteng kir. Ev biryar ji hêla Wekîlê Midûrê Giştî yê Şanoyên Dewletê Nejat Birecik ve ji şanoyan re hate ragihandin. Li gorî Birecik biryar ji wê sedemê hatiye standin ku ‘lîstikên herêmî û milî' bên lîstin. Di vê çarçoveyê de îsal wê lîstikên nivîskarên weke Çehov, Brecht, Dario Fo û Shakespeare bên astengkirin.

    Nivîskar Dario Fo derbarê vê biryarê de ji rojnameya îngilîz Timesê bi Tom Kington re axivî. Nivîskarê xwediyê Xelata Noberê diyarkir ku ew ji ber vê biryarê xwedî rûmet e û wiha got: "Tenê ez li jiyanê me di nava wan nivîskarên ku lîstikên wan hatine qedexekirin. Ev ji bo min weke duyemîn car standina Xelata Nobelê ye."

    Bi heman mijarî:

    Li gelek deverên Elezîz û Colemêrgê qedexe hatin ragihandin
    Walîtiyê mitînga HDPê ya li Rihayê qedexe kir
    Li 20 herêmên Çewlêkê qedexe hate ragihandin
    Li herêma navçeya Licê qedexe hat rakirin
    Li Şemzînanê bo 3 rojan qedexe hate ragihandin
    Etîketan:
    qedexekirin, xelata nobelê, Şanoyên dewletê, Times, Tom Kington, Nejat Birecik, Dario Fo, İtalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de