11:52 27 Nîsan 2018
    Alaya fransa

    Şandeyeke fransî serdana Rojava kir

    © Foto : © Flickr/
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Şandeyek lêkolînerên fransî dixwazin ku li bajarê Amûdê navendeke xwe ya çandî û hunerî vekin û pê çanda Rojavayî û Fransayî bigihînin hev.

    Amûdê - Li gorî agahiyên li ser ANHAyê hatine belavkirin, şandeyeke fransî ku ji lêkolîneran pêk tê, îro serdana Şaredariya Gel a bajarê Amûdê kirin û daxwazên xwe yên navenda çand û hunerê ya bi kurdî û fransî anîn ziman.

    Di pêşwaziyê de hevserokên Şaredariyê Gel a bajarê Amûdê, nûnerên Meclîsa Gel û Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Fransayê Dr. Xalid Îsa jî hebûn.

    Hate ragihandin ku bo vekirina navenda çandî û hunerî her tişt hatiye amadekirin ta ku erdê ku wê navenda çandê lê bê avakirin jî hatiye dîtin û nîşandan.

    Di serdana îro de Şaredariya Gel û şandeya fransî derbarê vekirina navenda çandî û hunerî de bi awayekî fermî hevpeyamenek îmze kirin.

    Lêkolînvanê fransî Partis Fransiski, diyar kir ku Rojava ji aliyê leşkerî, siyasî, çandî û ramyarî ve pêşve diçe. Fransiski amaje kir ku ev projeya ku ew amade dikin wê Rojava û Fransayê di warê çandî û ramyariyê de bigîhîne hev û bingeha alîkariyeke dualî ava bike da ku ximeta têkoşîna azadiyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Hezar ton derman gihişte Rojava
    Asayişa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de 3 berpirs ji kar derxist
    Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundekî rojava kir
    YPGê: Di meha tîrmehê de artêşa tirk 22 caran êrîşî Rojava kir
    KCK: Êrişa li ser Şengalê, destkeftiyên kurdan en li Başûr û Rojava hedef girtibû
    MSD li Rojava 2 buroyan vedike
    Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanekî ji Rojava kuşt
    Etîketan:
    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, amûdê, navenda çandê ya fransa, gelê rojava, partis fransiski, dr. xalid îsa, rojava, fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de