08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Behmen Qubadî

    Sînemager Behmen Qubadî: Kurdistan ji bo min bihuşt e

    © Foto: Rojî Kurd
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 6720

    Sinemagerê bi nav û deng Behmen Qubadî li Almanayayê di konferansa Festîvala Fîlm ya Munîchê de di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Kurdistan bo min bihûşt e.

    Munîch — Li gorî nûçeyeke Kurdistanmediayê sînemagerê Kurd Behmen Qubadî di Festîvala Fîlm ya Munîchê ya Almanyayê de di civîneke çapemeniyê de axivî û got "Kurdistan ji bo min bihûşt e û xwezaya herî xweş li Kurdistanê heye."

    Sînemagerê Kurd di axaftina xwe de behsa her çar perçeyên Kurdistanê kir û got "her beşeke Kurdistanê xwediyê rewş û taybetiyeke cuda ye û divê sînemaya wan beşan were kirin û bi cîhanê nîşan bidin da ku Kurd di cihê xwe de werin dîtin."

    Herwiha Qubadî diyar kir ku bila Kurd berê sala 2018an welatekî bi navê Kurdistanê ava bikin û eger hemû Kurd piştgiriya vê yekê bikin, nabe ku pêşî li vê yekê were girtin.

    Qubadî li ser pirsa rojnamegerekî ku rojnameger jê pirsî "te gotibû Almanya bihuşta Kurdistanê ye?" jî anî ziman ku "min qet tiştekî wisa negotiye. Dikarim bibêjim ku Kurdistan ji bo min bihuşta ser vê zemînê ye. Şax û xwezaya herî xweş li Kurdistanê heye."

    Li gel vê yekê Qubadî dest nîşan kir ku "Kurdistan heta ku xwe li ser meseleya huner û çandê bihêz neke, qet nikare bibe welatekî bihêz."

    Behmen Qubadî li cîhanê sînemagerekî bi nav û deng e, gelek fîlmên hêja çêkirine, di festîvalên fîlman de gelek xelat girtiye û bi riya fîlmên xwe Kurd û Kurdistan bi cîhanê daye nasîn. Fîlmên wek "Dema Hespên Serxweş", "Kûsî jî Dikarin Bifirin", "Demsala Gergedanan" ji hinek fîlmên Behmen Qubadî ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Behmen Qubadî: 'Divê kurd ji vê krîzê serkeftî derkevin û bibin yekparçe'
    Kurdistan xeteke boriyê din ji bo bazara cihanê dikşîne
    "Kurdistan nikare bi vî awayî berdewam bike"
    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    bihuşt, sînemagerê Kurd, civîna çapemeniyê, xweza, Behmen Qubadî, Munih, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de