15:42 22 Sibat 2018
Zindî
    Manûel Martorell

    Nivîskarê Îspanyayî di derbarê kurdan de pirtûkek weşand

    © Foto: Fb
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevanekî Îspanyayî pirtûkek li ser zext û zilma ku Kurdan dîtiye û berxwedana Kurdan ya li Iraq û Sûriyeyê li hemberî DAIŞê weşand.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan rojnamevan û nivîskarê Îspanyayî yê navdar Manûel Martorell di derbarê Kurdan de pirtûkek bi navê "Serdema Kurdan" nivisiye û çapkiriye. Martorell di pirtûka xwe de ji Kurdan daxwaz dike ku li ser mafên xwe bibiryar bin.

    Herwiha rojnamevanê Îspanyayî Manûel Martorell di pirtûka xwe ya nû de tîne ziman ku şerê li Iraq û Sûriyeyê bû sedem ku çavê hemû dinyayê li Kurdan be. Martorell got ku Kurd di demeke dîrokî re derbas dibin û di dîrokê de cara yekem e ku hemû hêzên cîhanê, Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê girîngiya Kurdan ya li Rojhilata Navîn dibînin.

    Manûel Martorellê ku xwe wek dostekî gelê kurd dide nasîn, di serdema raperîna 1991an ya herêma Kurdistanê de gelek caran serdana herêma Kurdistanê dikir û di sazkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanyayê de xwediyê roleke girîng e.

    Çend Berhemên Manûel Martorell yên di derbarê Kurdan de ev in:

    Kurdistan — Sala 2002
    Kurdistan, Gerek li Welatê Qedexe — Sala 2010
    Mem û Zîn (Bi Zimanê Baskî) — Sala 2010
    Kurd Ev in, Şîrovekirina Netweyekê — Sala 2014

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê qedexeya çand, reng û kelepûra kurdan dîsa dest pê kir
    2emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, pirtuk, rojnamevanê Îspanyayî, Manûel Martorell, îspan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de