22:12 20 Hezîran 2018
çand-kurd-jin

Li Marsîlyayê çalakiya danasîna kurdan hate lidarxistin

© Foto: facebook/TEV-ÇAND-PARIS
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 10

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê rêze çalakiya danasîna kurdan hate destpêkirin.

Marsîlya — Li gorî agahiyên ku ketine destên me, li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê 3 rojan wê çalakiya danasîna kurdan bê lidarxistin. Çalakî bi hevkariya saziya fransî Darlamifa, ji aliyê Meclisa TEV-ÇANDê ve tê sazkirin.

Çalakî bi beşdarbûna bi qasî sed mirovî dest pê kir. Di roja yekê ya bernameyê de, dîroka Kurdistanê hate vegotin û wêneyên çar parçeyên Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de gelek xwarinên kurdan ên bi nav û deng jî hatin belavkirin. Hat ragihandin, ew ê dahatên ku ji van çalakiyan dê bên bidestxistin, bişînin ji gelê Cizîr û Sûrê re.

Bi heman mijarî:

NY: ‘Em ji rewşa bajarên kurdan gelekî bi endîşene'
Zaxarova:'Bila Tirkiye bi metodên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike'
Tirk li bajarên kurdan tên bicihkirin
Amerîkayê dê 5 partiyên kurdan perwerde bike!
Talebanî: ‘Pêwistiya serxwebûnê ji kurdan re wekî nan û avê ye'
Etîketan:
çanda kurdan, danasîn, tev-çand, fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de