18:57 25 Hezîran 2018
ganî mîrzo-muzîk

UNESCO dê muzîka kurdî biparêze!

© Foto: Facebook/Gani Mirzo
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 20

Rêxistina Perwerdehî Çand û Hunerê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo parastin û zindîkirina muzîka kurdî xebatên xwe da dest pê kirin.

Navenda nûçeyan — Rêxistina Perwerdehî Çand û Hunerê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo parastin û zindîkirina muzîka kurdî xebatên xwe da dest pê kirin. Li ser vê yekê Mizîkjenê kurd Ganî Mîrzo yê ku Serokê Beşa Muzîkên Rojhilat a Dibistana Barcelonayê hevpeyvînek da Rûdawê û diyar kir ku muzîka kurdî qedexeya li ser kurdî hinekî şkand û wiha berdewam kir: ‘Qedexeyek mezin li ser Kurdistanê hebû û hêj heye. Bi qasî ku dizanim nêzî 70 hunermendên kurdê Rojava îro li Ewrûpayê dijîn. Kurdiya qedexe bi saya stranên kurdî hate parastin.'

UNESCOyê hefteya borî li Parîsê civîneke bi navê ‘muzîka kurdî' lidarxist. Hunermendê kurd Mîrzo jî li wir amade bû û wî jî li wê derê bo muzîka kurdî bangewazî kir. Mîrzo daxuyand ku di encama civînê de ji xwe re hinek plan sazkirine û ew û hemû muzîkjenên Rojava û Sûriyeyê wê li hev bicivin.

Hate ragihandin ku UNESCO cara pêşî li ser muzîka welatekî xebatan dike.

 

 

Bi heman mijarî:

UNESCO: Di nava 9 salan de zêdeyî 700 rojnamevan hatin qetilkirin
Kurdên Îranê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin!
Amûdiyan cejna zimanê kurdî pîroz kir
HDP: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
"Bila Cejna Zimanê Kurdî têkeve lîsteya dibistanên Tirkiyê"
Etîketan:
çand û huner, unesco, muzîka kurdî, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de