00:41 18 Çile 2018
Zindî
    Cihan Hesen

    Helbestvana kurd: Ji bo Kurdistana azad divê kurd hev qebûl bikin

    © Sputnik/
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Helbestvana kurd Cîhan Hesen dibêje ku divê kurd xwedî li pakrewanên xwe derkevin û ji bo Kurdistana azad divê kurd hev qebûl bikin.

    Cesîm îlhan

    Navenda Nûçeyan — Cîhan Hesen, peyameke di rêya Sputnîkê re ji kurdan re şand û got: "eger ku em rojekê behsa kurdistaneke azad bikin,beriya wê pêwîst e em behsa yekbûyîn û hevgirtina xwe bikin. Divê em hev qebûl bikin."

    Şevbihêrka helbestê
    © Sputnik/
    Şevbihêrka helbestê

    Gelo tu dikarî ji me re bibêjî, bê şevbihêrka helbestan çawa bû? Bernameya we çawa bû û we xwest hûn peyameke çawa bidin beşdaran?

    Şevbihêrka helbestê ji aliyê hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê hat lidarxistin, ew şev pir serkeftî derbas bû û tijî hestên şahnaz bûn. bernameya me bi xêrhatina mîvan û helbestvanan dest pê kir,di vê şevbihêrkê de ku em peyameke wisa bigihînin beşdar in,ku heya çi astê helbesta kurdî pêşketiye û pêşdikeve,her wiha em êşên civaka xwe jî bi riya vê şevbihêrkê raghînin.

    Gelo çi ye yan kî ye ew tiştê herî zêde bandorê li te dike û dihêle tu helbestan binivîsî?

    Ez dikarim bibêjin tişta ku hîşt ez binivîsim êşa ku min di welat û jiyana xwe de dîtiye,ji ber ku ew êş zêdetir di canê min de kom dibe bi riya helbestê ez di hundirê xwe de derman dikim.

    Nivîsîna helbestan ji bo te çi ye?

    Nivîsa helbestê ew bi xwe; derxistina wan hest û ramanan e yên ku him ez dijîn û di heman demê de xwendevan jî dijî. Ji bilî wê, ez di helbestê de hewl didim ku hizirên xwendevan derxim ser kaxezê.

    Wek helbestevnake jin, tu rola jinan di civaka Rojavayê de çawa dibînî?

    Rola jinê di civaka me de, nû xwe pişkivandiye tevî ku ya civakê bi rê ve dibe jin e,lê dîsa hîn divê xwedî li kesayeta xwe ya pîroz derbikeve, jina Rojavayê di şoreşa Rojavayê de bi rola xwe ya birêveber, dayîka çav li axa welatî û hestiyar bû pêşeng.

    Helbest bi xwe jî roleke çawa di guhertin û pêşkevtina civakê de dilîze?

    Ji ber ku helbest derbirînên civakê vedibêje, bi xwe re rewşa heyî bi hestên wêjeyî radighîne û di nav de jî derdê civakê derman dike. guhertina xwe bûyerê dide diyarkirin û bi hestan çareser dike.

    Sehneyek ji reze fîlmê Zelal Dere
    © Foto: Arşîv
    Helbestvanê ku herî zêde bandorê li te dike kî ye?

    Ji ber ku ez bi wêjeya nûjen divîsim Şêrgo Bêkes bandor pir li hestên min kiriye, bi taybetî helbestên wî yên ku bi zaravaya kurmancî hatine wergerandin.

    Peyama teya ji bo hevgirtina kurdan çîye? Gelo tu di vê rewşa dijwar û taybet ya Rojavayê de, ti peyamên te ji bo kurdan heye? peyama teya ji bo hevgirtina kurdan çi ye?

    Peyama min ji bo kurdan ku bi rastî xwedî li xwîna pekrewanên xwe derbikevin û rojava jî xwedî li dengvedana navê şoreşa serkeftinê ya ku gav bi gav qezenc dike derbike. Ez vê dibêjim eger ku em rojekê behsa kurdistaneke azad bikin,beriya wê pêwîste em behsa yekbûyîn û hevgirtina xwe bikin.divê em hev qebûl bikin. Divê hemî partiyên me yên siyasî li gorî berjewendî û pêwîstiyên gel bixebitin û êdî li ser yek fikirê xwe azad bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lîstikvana kurd Zelal Dere
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Helbestvana kurd, Cîhan Hesen, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de