04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Ahmet Kaya

    MSGê got: Strana Ahmet Kaya 'Acilara Tutunmak' hatiye dizîn

    © Foto: Facebook
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 2523

    Yekîtiya Koma Meslekên Xwediyê Berhemên Muzîkê (MSG) diyarkir ku şibandineke mezin di navbera strana Adeleyê ya bi navê ‘Milllion Years Ago'(Bi milyonan sal berê) û strana Ahmet Kaya ‘Acilara Tutunmak'(Pêgirtina Derdan) de heye.

    Navenda Nûçeyan — Stranbêja navdar a brîtanî Adele demek berê albûmek derxistibû û strana wê ya ‘Milllion Years Ago' rekora firotinê şikandibû. Şibandina rîtma wê stranê û ya strana Ahmet Kaya yê bi navê ‘Acılara Tutunmak' derketi bû.

    Yekîtiya Koma Meslekên Xwediyê Berhemên Muzîkê her du stranên navborî bi awayekê teknîkî anîten beramberî hev.

    Piştî lêkolîna ser herdu stranan MSGê ragihand şibandinêkê mezin di navbera wan de heye û malbata kaya doz dikare li hemberî stranbêja navdar Adele veke.

    MSGê diyar kir ku wan hevjîna Ahmet Kaya Guten Kaya ji vê yekê agahdar kirine.

    Gulten Kaya di destpêka nîqaşan de gotibû: ‘Eger bi zanetî kiribe, ew dibe dizî lê ez bawer nakim ku stranbêjeke navdar a cîhanê stranê bi dize.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşbîniya Qedafî rast derket
    Bangewazî ji bo Barzanî: 'Bigihêje hawara kurdan'
    Leşkerên Amerîka li Ûkraynayê diçin bar û lotikxaneyan
    Amerîka li dora milyarek dolarî dê çek bifroşe Iraqê
    Etîketan:
    Brîtanya, Dizîn, Ahmet kaya, Stranbêj, Yekîtiya Koma Meslekên Xwediyê Berhemên Muzîkê, Gulten Kaya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de