00:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Behmen Qubadî

    Behmen Qubadî: 'Divê kurd ji vê krîzê serkeftî derkevin û bibin yekparçe'

    © Foto: Rojî Kurd
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 31301

    Li gor nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (KURDPA), Behmen Qubadî di çarçoveya danasîna fîlma xwe ya bi navê “Çend Gotin Digel Xwedayan/Words With Gods” de bi riya Skype gotûbêjeke medyaya îtalî bû û derbarê paşperdeya berhemên xwe de axivî.

    Navenda Nûçeyan – Derhênerê kurd Behmen Qubadî di gotebêja xwe ya medyayî de bersiva nûçegihaneke îtalî ya derbarê fîlma “Alaya bêwelat” de wiha got: ‘Îro yek ji girîngtirîn rojên neteweya kurd e. Her çiqas hetanî niha alayeke vê neteweya zilimdîtî hebe jî, lêbelê erdê xwe digere. Bi awayekî suriştî di destpêkê de dibe ku welatek çêbe û piştre alaya wê bê diyarkirin; lêbelê alaya kurdan heye û xûya ye ku berê dewlet jî hebûye û welatê wan winda bûye. Niha jî gelê kurd alaya xwe hilgirtiye û li pey welatê xwe digere.

    Rojnamevanên îtalî derbarê alozî û bûyerên wê dawiyê yên Kurdistanê jî pirs kirin û Qubadî di bersiva wan de wiha got: ‘Dibe ku gelê kurd bibe yekdeng û yekreng. Heke kurd nebin yekdeng û di warê îdeolojîk de negihêje wî sînorî, qet nikare xwe bigihîne sînorekî coxrafîk.’

    Derhenerê kurd Behmen Qubadî di dawiya vê hevdîtinê de wiha got: ‘Hetanî ku sînorên xwe yên mejî û îdeolojiyê nekine yek, nikarin welatê xwe ava bikin. Hêvîdar im kurd ji vê krîza niha ya herêmê mifahê wergirin, û bibin yekparçe.’

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Hikûmetê meşrûyeta xwe winda kiriye'
    Parlamentoya Kurdistanê: Odeyên bazirganî û pîşesaziyê sist dixebitin
    Ji HDPê û DBPê banga lezgîn !
    Li Sûrê 3 welatî hatin kuştin
    Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'
    PAKê ji bo gelê Sûrê bang kir!
    FLAŞ ÎDIA - Hikumeta Iraqê çekên giran dide PKKê
    YDG-H: ‘30 tîmên taybet hatin kuştin'
    Etîketan:
    alozî û bûyer, Alaya bêwelat, yekîtiya sînorên mejî û îdeolojiyê, gotebêja medyayî, neteweya kurd, Behmen Qubadî, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de