00:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    SINE - Rojnameya ‘Dengê Kurdistan' dest bi weşanê kir

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 14201

    Li gor nûçeya BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine ajansa Mîhr a îranî, li Sineya parêzgeha Kurdistanê heftenameya bi navê ‘Dengê Kurdistan' bi her du zimanên kurdî û farisî, hejmara xwe ya yekem weşandiye û sernivîskarê wê Hoşyar Beyayî ye.

    Navenda Nûçeyan — Heftenameya Dengê Kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî heftenameyeke bi zimanê kurdî û farisî ye. Heftenameyê di vê hejmara xwe ya yekem de giranî daye ser armanc û giringiya çapkirin, weşandin û belavkirina wê.

    Li gorî nûçeyê, her çiqas mafê weşana fermî ya heftenameyê hebe jî bi biryara dadgeha Sineyê li 22 cihên belavkirinê destûr nehatiye dayîn ku bê firotin.

    Li bajarê Sineyê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 50 rojname, heftename û kovarên bi kurdî mafê weşanê wergirtine. Lêbelê jiber pirsgirêkên qanûnî û aborî ji wan tenê 10 heb derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê nehişt çek biçin Herema Kurdistanê
    Bi fermana Barzanî Şengal dê ewletir bibe
    Li gorî CNNê Berpirsê DAIŞÊ El Baxdadî ‘rayedarê fermî' ye
    CHPê derbarê xistina balafira rûsî de daxuyanî da
    Barzanî ji bo rizgarkirina Mûsilê şert danî!
    Etîketan:
    kovar, heftename, weşan, Dengê Kurdistanê, Hoşyar Beyayî, Rojhilata Navîn, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de