23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Helket Idrîs'abd

    Helket Idrîs'abd: 'Şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir e'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 41

    Rêvebirê şanoyê yê Duhokê Helket Idrîs'abd got: 'Şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir e.'

    Omer Faruk Baran

    Amed — 3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 15ê Mijdarê destpêkirî dewam dike. Mêvanê festîvalê, ji Rêveberiya Şanoyê ya Duhokê nivîskar û derhêner Helket Idrîs'abd li ser şanoya Herêma Kurdistanê û Amedê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Idrîs'abd got: ‘Ez dikarim rasterast bibêjim ku li ser şanoya Herêma Kurdistanê bandora ereban heye, li Amedê jî meriv baş dibîne ku bandora tirkan heye. Çanda ereban çandeke paşdemayî ye, tirk ji ber ku girêdayî Ewropayê ne, çanda wan hinekî din baştir e. Ew jî dibe sedem ku şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir be.'

    Helket Îdrîs'abd bal kişand ser şer û krîza aborî yên Herêma Kurdistanê û got: ‘'Ji ber ku şano ji nav jiyana mirovan derketiye meriv tu carî nikare şanoyê ji rewşa siyasî, civakî û aborî xweser bike. Bandora şerî û krîza aborî jî li ser şanoyê zêde ye, me li başûr ew baş dît. Em dikarin li Yûnanîstanê jî binêrin, şanoya nû pêşî li wir serî hildaye; bes îro ji ber krîza aborî îro li wir rewşa şanoyê jî ne baş e. Berî DAIŞ were Herêma Kurdistanê rewşa şanoyê baş bû; lê îro ne baş e.'

    Nivîskar û derhenêrê ‘Tabloyek Ji Mazotê' diyar kir ku yek ji armancên şanoyê ew e ku rexne li desthilatdariyê bêne kirin û  got: ‘Wexta pereyên te ji desthilatdarê te hat, tu rexneyan li wî bikî dikare pereyên te qut bike. Divê di destpêkê de em şanoya xwe ji destê dewleta ereban û tirkan derbixin bi temamî, pişt re divê em ji desthilatdariya dewleta kurdan jî derbixin. Mînak, di lîstika min de gelek rexne li desthilatdariya kurdan hebû, dibe ku sibehê bibêjine min em nahêlin tu lîstika xwe nîşan bidî. Ji ber wê, kêliyekê zûtir, divê em şanogerên her çar parçeyên Kurdistanê konferansekê çêkin û xweseriya şanoya xwe ava bikin.'

    Festîval dê heta 22ê Mijdarê dewam bike. Lîstik li Şanoya Bajêr a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn tên lîstin. 

     

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Li dewleta ciwan Sûdana Başûr pêvajoya aştiyê dest pê kir
    Rûsya: Li İdlîbê me baregeha navendî ya DAIŞê îmha kir
    Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
    Heyeteke Kurdistanê serdana parlamentoya Swêdê kir
    Li Liceyê derketina derve hat qedexekirin
    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
    Etîketan:
    şano, Helket Îdrîs'abd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de