02:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Moskova

    Li paytexta Rûsya Moskowayê, pêşbirka 'Dengê Kurdî' hat lidarxistin

    © AFP 2018/ JOEL SAGET
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Pêşbirk bi pêşengiya Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çanda Kurd a Moskowayê hat organîzekirin.

    Moskova - Li gorî nûçeya anfê li bajarên Tambov, Saratov, Volgograd, Belgorod, Krasnadar, Moskowa, Stavrapol, Nîjnî-Novgorod, Adigey û Kazakîstanê 24 hunermend beşdarî pêşbirka li Navenda Çandê ya Smena bûn.

    Endama Konseya Têkiliyên bi gel re ya Hikûmeta Moskowayê Hûrşîda Hamrakûlova, hunermend Rozerîn Dogan, şanoger Şalîko Bêkes, Hevserokên Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Liyana Smoyan di nava jûriya pêşbirkê de cih girtin.

    Di encama pêşbirkê de Diyar Gasanov (11) ê ji Kazakîstanê bû yekemîn, Angelîna Kamîsarova (14) a ji Moskowa bû duyemîn û Barzanî Mamedov (24) ê ji Stravropol beşdar bû, bû sêyemîn.

    Pêşbirka ku tevahiya rojê dewam kir û bi Kurdî, Rûsî û Îngilîzî stran hatin gotin, rastî eleqeyeke mezin hat.

    Etîketan:
    Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê, Komîteya Çanda Kurd a Moskowayê, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de