08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    Pirtûk - Kitêb

    Pirtûkxaneya Kurdî li benda alîkarîyan e

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10531

    Yekemîn Pirtûkxaneya Kurdî ya Cîhanê ku di sala 1997an de li Stockholmê hat vekirin, bi zor û zehmetiyên aboriyê re rû bi rû ye. Piştî ku alîkariya dewleta Swêdê ya dide pirtûkxaneyê ji 1 mîlyon kronî daket 400 hezar kronî, pirtûkxane rastî pirsgirêkên aboriyê hat.

    Navenda Nûçeyan - Pirtûkxaneya ku beriya niha sê xebatkarên wê hebûn, niha xebatkarekî wê tenê heye. Şefê pirtûkxaneyê Newzat Hîrorî neçar e ji paqijiyê heta temsîla pirtûkxaneyê ya di nava saziyan de, hemû karên pirtûkxaneyê bi xwe dike.

    BÛ MEXDÛRÊ POLÎTÎKAYÊN LÎBERAL

    Polîtîkayên lîberal ên nû yên hikûmeta koalîsyonê bandoreke neyînî li qada wêje, çand û hunerê kir.

    Alîkariyên ji bo kovar, pirtûkxane û projeyên hunerî hatin kêmkirin. Yek ji saziyên ku ket bin bandora neyînî ya polîtîkayên lîberal Pirtûkxaneya Kurd a Stockholmê ye.

    Li pirtûkxaneyê piraniya wan bi Kurdî ji 30 zimanan bi qasî 130 hezar pirtûk û kovar, belge û peymanên kurdan eleqedar dikin, hene.

    Ne tenê hunermend û nivîskarên Kurd, hin lêkolînerên Swêdî û welatên din jî ji bo xwe bigihînin agahî û belgeyan, serî li Pirtûkxaneya Kurdî didin.

    Parlamenterê Partiya Gel Fredrîk Malm û Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Karker Anna-Lena Sorenson diyar kirin ku divê çand û hunera Kurdî werin parastin. Parlamenteran mijar xistibûn rojeva parlamentoyê û li dijî kêmkirina alîkariyên ji bo Pirtûkxaneya Kurd derketibûn.

    Hîrorî dibêje ku ji bo pirtûkxane hebûna xwe bidomîne ew neçar mane hin rêze tedbîran werbigirin. Hîrorî diyar kir ku wan kirîna pirtûk û kovaran dane sekinandin, navnîşaneke înternetê ya bê pere peyda kirine. Hîrorî da xuyakirin ku ji bo piştgirîdayîna pirtûkxaneyê ew şevan jî li dar dixin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Weşanxaneya DOyê du pirtûkên hêja
    TAYBET - Li ser tehrîfatên berhemên Seîdê Kurd pirtûkek hate weşandin
    2 hezar û 650 mamoste û 40 hezar pirtûkên kurdî
    Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê wê heftiyek bidome
    Etîketan:
    Pirtûkxaneya Kurd a Stockholmê, Anna-Lena Sorenson, Fredrîk Malm, Newzat Hîrorî, Stockholm, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de