11:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Cegerxwîn

    'Ev helbesta Cegerxwîn di dîwanên wî de tuneye'

    © Flickr/ / kurdistan4all
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 54622

    Li gorî nûçeyeke li ser televîzyona Rûdawê helbesteke Cegerxwîn heye ku neketiye dîwana wî.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeyê, kalemêrekî bi navê Bavê Mislih ku hevçerxê Seydayê Cegerxwîn e serpêhatiya helbesteke Cegerxwîn wiha vedibêje:

    Seyda li cem kesekî bi navê Ûsivê Hedad dixebite û li ser destheqê di navbera wan de nîqaş derdikeve. Ev doza xwe dibin cem axayekî navdar ê wê heyamê Cemîlê Haco û Seyda bi biryara axayî razî nabe. Li ser vê yekê helbestekê dinivîse û axa pê dihese. Cemîlê Haco bi şertê ku vê helbestê neke dîwana xwe destheqa Seydayî didê û lewre niha ev helbest di dîwana wî de tuneye.

    Mixabin vî kalemêrî temamiya helbestê ji bîr kiriye û tenê ev beş gihiştiye destê me:

    Ûsivê Hedad du pişka û ez bi yek nakim Cemîl
    Hate ser nefs û keramet vê qebûl nakim Cemîl

    Malê dinya ger bidim hev ez bi zilet lord dibim
    Iftixar û iz û şewket ez bi mal nadim Cemîl

    Şîreta bavê min nêzîkî axa qet nebe
    Rast e heta ku ez sax bim vê ji bîr nakim Cemîl

    Ger ne bo kurdîtiyê be ez kesî ve nabezim
    Xidmeta axetiyê şêxetiyê nakim Cemîl

    Ger neba kulfet bi min reca dîl û şerpeze
    Ji kesekî re tu carî canbaziyê nakim Cemîl


    Heyfa emrê min bihurtî tev bi tolik min firot
    Îro pîr û kal û merd im qet wiha nakim Cemîl

    Ev qelem şûrê min, hindî û misrî ma çi ne?
    Şair im, Firdeswê kurd im, şahê eflak im Cemîl

     

    Bi heman mijarî:

    Li Navenda Çanda Cegerxwîn serdema qeydan dest pê kir
    Etîketan:
    dîwan, helbest, kurdî, Kurdistan, Kurd, Cegerxwîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de