17:31 26 Îlon 2017
Zindî
    Rojnamevan

    Babaxanî: 'Li rojhilatê Kurdistanê ‘rojnamegeriya kurdî' xesandî ye'

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 2410

    Nasir Babaxanî, nivîskar û akademîsyenekî ji Mihabad ye. Nivîsarên wî di belavokên Ruwange û Mihabadê de herwiha kovara edebî ya Sirweyê de hatin weşandin. Di Zanîngeha Îslamî ya Azad a şaxa Miyanduavê de hîndekarê zanistên kîmyayî bû. Berî du salan ji ber nivîsarên wî yên weşandî ji kar hate dûrxistin.

    Babaxanî di nivîsareke xwe ya li ser rojnamegeriya kurdî de vê pîşeyê dinirxîne û dibêje ku li hemû parçeyên Kurdistanê xala hevbeş a di navbera rojnamegeriya kurdî de berevaniya hebûn û nasnameya neteweyî ya miletê kurd e.

    Babaxanî di nirxandinên xwe de gihiştiye asteke balkêş ku dibêje: ‘Di navbera geşbûna rojnamegeriya kurdî û asta vebûn û başbûna rewşa siyasî de, pêwendiyeke pir bihêz heye. Her ku li parçeyekî Kurdistanê xebata siyasî û çekdarî geş bûye, rojnamegeriya kurdî jî ber bi geşbûn û hilkişînê çûye.'

    Li ser rewşa rojnamegeriya kurdî ya rojhilatê Kurdistanê jî wiha difikire: ‘Rojnamegeriya kurdî li rojhilatê Kurdistanê û li diyasporayê, di rewşa xwe ya herî xirab de ye û dikare wek rojnamegeriyeke xesandî bê wesfkirin! Çimkî rewşa siyasî û çandî li Îranê hîn wek berê ye û guherîn bi ser de nehatiye. Herwiha partiyên me yên siyasî di nava 20 salên borî de nikarîbûn bandoreke biçûk jî li ser rewşa siyasî ya navxweyî bikin. Rola kesên bijarte jî girêdayî van her du hokaran gihîştiye asta xwe ya herî nizm.'

    Ji bo derbaskirina vê kambaxiyê jî Babaxanî şîreteke wiha dide: ‘Êdî rojnamegeriya klasîk (a kaxez) hatiye piştguhkirin, lewma lênihêrîneke micid li rojnamegeriya elektronî û medyaya civakî dikare îro hîmên rojnamegeriya kurdî li rojhilatê Kurdistanê ji nû ve dayne. Gellek xalên erênî yên vê rojnamegeriya nûjen hene wek, xerciyên kêm, tîraja zêde, lezgînî, nebûna pêwistiya wergirtina destûra çap û belavkirinê ji hêla desthilatê û rîska wê jî li gorî rojnamegeriya kaxezî kêmtir e.'

    Bi heman mijarî:

    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    DAIŞê rojnamevanê kurd Ferhad Hemo serbest berda
    VÎDYO - Êrişa li ser rojnamevanan didome
    Îlon: 'Meha aştiyê bû meha binçavkirina rojnamevanan'
    Etîketan:
    rojnamegerî, rojnamevan, kurdî, Kurdistan, Kurd, Nasir Babaxanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de