22:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Şûnwarê dîrokî, Serdeşt

    Li Serdeştê şûnwarekî dîrokî yê kurdistanî hate dîtin

    © Foto: kurdpa.net
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 1211

    Li gorî rapora ku gihiştiye destê ajansa Kurdpayê, herêma 'Pênc Gund' a bajarê Serdeştê, 6 hezar sal berî jidayikbûna Îsa Mesîh, cihê jiyana xelkê bûye.

    Li gorî Ajansa Nûçegihaniyê ya Kurdistanê (KURDPA) piştî lêkolînên hûr û kûr hebûna jiyan û şaristaniya kevnare ya bajarê Serdeştê hate selimandin û şûnwarên dîrokî li 5 herêmên 'Nîskawê, Birîswê, Balan, Baxê û Birzîlê' hatine peydakirin.

    Di vê lêkolînê de şûnwarên jiyana mirovan a serdema kevirîn hatine peydakirin û hatiye ragihandin ku tîma lêkolîner wê li ser karê xwe berdewm be. Herwiha ew kel û pelên peydakirî ji bo lêkolîn û ceribandinên din dê ji muzexaneya bajarê Urmiyeyê re bên şandin.

    Girê 'Rebet 1' yek ji dewletbajarên kevnare yên Kurdistanê tê hesibandin û heya niha tu lêkolîneke cidî li ser nehatiye kirin. Mixabin ji ber xemsariya dezgehên peywendîdar ên îranî şûnwarên dîrokî ji parastinê bêbar in; dizî û talana li dijî şûnwaran li Îranê bûye pîşe û amûreke dewlemendiyê.

    Her çiqas bajarê Serdeştê ji aliyê hebûna şûnwarên dîrokî ve zengîn be jî mixabin bê muzexane ye û piraniya berhemên wê yên dîrokî ber bi derveyî Kurdistanê tên veguhastin.

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê CIAyê, ji bo Îranê şîret li Obama kirin
    Gelek pasdar û milîsên Îranê hatin kuştin
    Îran: 'Hunermendê kurd bi 6 salê girtîgehê û 223 qamçiyan hat cezakirin'
    Serbazekî payebilind yê Îranê li Suriyê hate kuştin
    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    Artêşa Iraqê ji piştgiriya Rûsya û Îranê kêfxweş e
    Sûriyê, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê dikeve Helebê
    Etîketan:
    Serdeşt, dîrok, şûnwar, kurdî, Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de