06:24 23 Mijdar 2017
Zindî
    Zimanê Kurdî

    Aleksander Jaba û keda wî ya ji bo zimanê kurdî

    © Foto: Twitter
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 8401

    Aleksander Jaba her çiqas balyozek be jî gelek ked daye zimanê kurdî û kordolojiya rûsî li ser xebatên wî ava bûye.

    Alexander Auguste Jaba (1801an li Krasławê — 3ê Rêbendana 1894an li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdzanekî polonî ye.

    Jaba di sala 1801 de li Kraslavê di malbateke katolîk û arîstokrat de ji dayik bûye.

    Di navbera salên 1824 —1828 de di Zanîngeha Vîlenskî ya ku ji Wezareta Derve ya Çarîtiya Rûsyayê re karmend perwerde dikirin de Beşa Zimanên Rojhilatî xwendiye. Pişt re di konsolxaneyên Rûsyayê yên li Yafa, Selanîkê, Erzerom û Îzmîrê de xebitiye.

    Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erzeromê bûye balyozê Rûsyayê. Di salên 1853-1856an de ketiye şerê Kirimê û paşê dîsan vegeriyaye Erzeromê, Li ser daxwaza mudîrê Muzexaneya Asyayê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê kurdî kirîye û bi vê munasebetê li Erzeromê dostaniya wî bi Mele Mehmûdê Bazîdî û gelek zanayên kurd re çêdibe.

    Mirov dikare bibêje ku bi xebatên Jaba û Bazîdî wêjeya kurdî zengîntir dibe. Jaba li ser adet çîrok û edebiyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860an de di kovareke fransî de bi navê ‘Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan' dane çap kirine.

    Di sala 1879an de Jaba Ferhenga a Kurdî Fransî amade kir. Jaba gelek sûd ji Mele Mehmûdê Bazîdî û zanyarên kurd ên din wergirtiye. Di sala 1866an dawî li karê wî tê û di malnişîniya xwe de li Izmîrê bi cîh dibe. Sala 1894an li Îzmîrê dimire.

    Bi heman mijarî:

    Mele Mehmûdê Bazîdî: Jiyan û xebat
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Lacan û Mela' (nivîsareke li ser felsefeya evîn û baweriyê)
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
    Etîketan:
    wêje, ziman, kurdî, Kurdistan, Kurd, Aleksander August Jaba, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de