04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Qeleha Behlûl Paşa (Qesra Îshaq Paşa)

    Mele Mehmûdê Bazîdî: Jiyan û xebat

    © Foto: WIKIPEDIA
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 11921

    Mehmûdê Bazîdî (1797 Bazîd - 1863 Erzerom) alim, dîrokzan, nivîskar û wergêrekî kurd e.

    Bazîdî, sala 1797an li bajarê Bazîdê ji dayik bûye û zaroktiya xwe li Bazîdê derbas dike. Dû re dest bi xwendinê dike û pêşî fêrî xwendina Quranê dibe; Mewlûda Melayê Bateyî û Nehc'ul-Enam a Mele Xelîlê Sêrtî dixwîne. Ji bo xwendina Nûbihara Ehmedê Xanî û berhemên din, derbasî medreseya Bazîdê dibe û digel feqiyên li medreseya Bazîdê dest bi xwendinê dike. Piştî demekê ku dersên wî û zanîna wî pêş ve diçe, dikeve rêza medreseyan û li gelek medreseyên Kurdistanê digere. Zimanê erebî, farisî û osmanî fêr dibe.

    Piştî ku medreseyê diqedîne û dibe seyda, navê Mehmûd dibe Mele Mehmûd û dû re jî navçeya Bazîdê ya ku lê ji dayîk bûyî, dibe paşnavê wî. Herwiha di nava gel de weke Mele Mehmûdê Bazîdî tê naskirin.

    Piştî ku perwerdehiya li Kurdistanê diqedîne, derbasî Tewrêza Îranê dibe û li wê derê jî çendekê dixwîne. Li Tewrêzê Mela Mehmûd hem hînî çand û dîplomasiyê dibe hem jî bi ziyaretvanên biyanî yên qesra Şah re nasiya wî çêdibe.

    Dema ku vedigere Bazîdê dest bi dersdariyê dike û di van rojan de Bazîd wekî tazmînata şer dikeve destê Ûris. Mela Mehmûd jî wê hingê koçî Erzeromê dike û li wê derê  bi balyozê rûs Aleksander Jaba re pêwendiyan datîne. Aleksander Jaba, hê ji berê de hay ji çand, wêje û dîroka kurd hebû. Li Erziromê ev keys dikeve destê wî ku hê bêtir lê bikole û ji nêzîk ve bibîne. Dema ku bi Mele Mehmûdê Bazîdî re nasiya wî çêdibe xebatan li ser dîrok, çand, wêje û rêzimana kurdî pêk tîne.

    Mele Mehmûdê Bazîdî, ji pirtûkxaneya xwe gelek pirtûkan dide Aleksander Jaba. Di nav van pirtûkan de gelek ji wan destxetên Mele Mehmûd in. Yek ji van pirtûkên ku daye Aleksander Jaba jî, 'Adet û Risûmata Kurdan' e.

    Herwiha destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî ketibûn destê Aleksander Jaba yê rûsî. Dema ku Aleksander Jaba vedigere welatê xwe Rûsistanê, van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî jî bi xwe re dibe. Aleksander Jaba van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî di arşîva Petersburgê de bi cih dike. Ji wê rojê pê de arşîva Mele Mehmûd bûye bingeha kordolojiya rûsî.

    Berhemên girîng ên Bazîdî ev in:

    • Adet û Rusûmetnameyê Ekradiye (Adetên Kurdan)
    • Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan (Dîroka Kurdistanê)
    • Cami'iyê Risaleyan û Hikayetan (kurteçîrokên gelêrî)
    • Memozîn (pexşan)
    • Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî (wergera ji farsî ber bi kurmancî)

     

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Sêyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Dawîn)
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA YEKEM)
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA DUYEM)
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de