08:53 18 Hezîran 2018
Nivîsgeha Serokê Amerîkayê ya Koşka Spî li Washington D.C

Amerîka: Rejima Îranê ji bo ewlehiya navneteweyî tehdîd e

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê David Satterfield ragihand ku hebûna wan li Sûriyeyê ne tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê herwiha ji bo rûbirûna hebûna Îranê ye jî.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê David Satterfield li Encûmena Nûnerên Amerîka derbarê mana hêzên Amerîka li Sûriyeyê got: "Biryara vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê girêdayî şikandina rêxistina terorîst a DAIŞê û siyaseta wan a rûbirûbûna hebûna Îranê li Sûriyê ye."

David Satterfield di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêjîma Îranê li ser ewlehiya navdewetî gef e û divê rêveberiya Amerîka bi hevkariya ligel hevpeymanên xwe sînorekî ji Îranê re deyne û divê hêzên îranî ji tevahiya Sûriyeyê werin derxistin, ne tenê ji başûrê welat."

Rêvebiriya Washingonê Îranê tometbar dike ku hevkariyên leşkerî pêşkêşî hikûmeta Sûriyê û Hosiyên Yemenê dike û ev yek jî aramiyê li Rojhilata Navîn têk dibe.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin
Serokê Meclisa Libnanê: Heta Sûriye rizgar nebe, Îran û hizbulah dernakevin
Sûriye: Me pêwendî bi HSDê re danî
Sûriye: Ji bo lihevkirina li ser herêmên Başûrê Sûriyê divê Amerîka ji Tanfê derê
ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
Etîketan:
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, David Satterfield, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de