03:19 18 Hezîran 2018
Kûpaya Cîhanê ya 2026an DYA, Kanda û Meksîka dê lidar bixe

Kûpaya Cîhanê ya 2026an DYA, Kanada û Meksîka dê lidar bixin

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Federasyona Fitbola Navdewletî (FIFA) mazûvanên organîzasyona Kûpaya Cîhanê ya 2026an diyar kir. Li gor biryara FIFAyê DYA, Kanada û Meksîka dê xwedîmaltiya tûrnûvayê bikin.

Civîna Rayedar û Serokên Federasyonên welatên namzed ên FIFAyê, li paytext Moskowê hat lidarxistin. Li gor encama dengdayina li Expocenterê ya bo xwedîmaltiya Kûpaya Cîhanê ya 2026an, DYA, Kanda Meksîka dê organîzasyonê li dar bixin. Herwiha Fasê jî bo organîzasyonê serî li FIFAyê dabû û li dijî hevkariya DYA, Kanada û Meksîkayê têdikoşiya.

Di dengdayina kongreyê de DYA, Kanada û Meksîka ji 200 dengên derbasdar 134 deng wergirtin, Fasê jî bi tenê 65 deng stend. Di Kûpaya Cîhanê ya 2026an ku dê bi xwedîmaltiya DYA, Kanada û Meksîkayê ve bê lidarxistin de cara ewil şûna 32 tîman dê 48 tîm têbikoşin. Ji 80 pêşbirkan 60 wê li DYAyê, 10 li Kanada û 10 jî li Meksîkayê wê bên lîstin.

Bi heman mijarî:

Di Kûpaya Cîhanê de pêşbirka ewil: Rûsya-Erebistana Siûdî
Beriya destpêkirina Kûpaya Cîhanê, derbarê koman de hin agahî...
Şampiyonê dawî yê Kûpaya Cîhanê, Almanya gihişt Rûsyayê
Ibrahimoviç: Rûsya di Kûpaya Cîhanê de dê xwedîmaltiyek hêja bi cih bîne
Etîketan:
kûpaya cîhanê, fifa, FIFA, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de