05:52 21 Hezîran 2018
AGİT Başkanı ve Cumhuriyetçi Parti Mississipi Senatörü Roger Wicker

Pêşnûmayek li Kongreya Amerîkî hat pêşkêşkirin: Bila mueyide li Tirkiyeyê bên sepandin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Li kongreyê Amerîkayê, serokê THEEê û Senatorê Mîssissipi yê Partiya Komarî Roger Wicker pêşnûmayek pêşkêş kir û tê de xwest ku mueyide li Tirkiyeyê werin sepandin. Herwiha pêşnûma pêşbînî dike ku mueyide 'rayedarên tirk ên ji rewşa rahibê amerîkî Andrew Brunsonî berpirsyar' jî werin sepandin.

Serokê Teşkîlata Hevkarî û Ewlekarî ya Ewropayê (THEE) û Senatora Mississipiyê ya Partiya Komarî Roger Wicker di pêşnûmaya ku pêşkêşî Kongreya amerîkî kiriye de li Serokê Amerîkayê Donald Trumpî pêşniyar kir ku mueyideyan li hinek welatan bisepîne ku Tirkiye jî di nav wan de ye.

"RÊZ LI AZADIYA DÎNÎ NAYÊ GIRTIN"

Di wê pêşnûmayê de hat gotin di mijarÊn azadiya dînî, rêzgirtina li azadî û mafên bingehîn ên mirovan, li gel Tirkiyeyê, Azerbeycan, Kazaxistan, Tacakistan, Ozbekistan û Tirkmenistanê rêzê li azadiya dînî bigire. Wickerî xwest ku ev welat têkevin 'Lîsteya Welatên bi Taybet tên Şopandin."

Wicker diyar kir ku ev welatên navborî di mijara rêzgirtina li azadiya bingehîn û azadiyên din de pabendiyên THEEyê nayênin cî.

"HINEK HIKÛMET, JI DÊVLA PARASTINÊ, AZADIYA DÎNÎ DIKIN ARMANC"

Li ser wê pêşnûmayê ya ku tê de bang li Serokê Amerîkayê Donald Trumpî tê kirin, Wickerî di daxuyaniya xwe de wiha got, "damezirînerên me, azadiya dînî wek bingehê sereke ya welatê me diyar kiriye. Serok Trump jî vê mîrasê bi pêş de dibe. Ev plan xwedan taybetmendiyeke wiha ye ku planeke çalakiyan li dijî wan hikûmetan bê sepandin ku ji dêvla parastina azadiyan, azadiyan dikin armanc."

Di pêşnûmayê de, behsa binpêkirinên mafên mirovan tê kirin ku tê îdîakirin li li wan herêmên rojhilatê Ûkraynayê yên di kontrola hêzên alîgirê serxwebûnê de hatiye çavdêrkirin.

Senatora New Hapshireê ya Partiya Demokrat Jeanne Shaheen û Senatorê Carolinaya Bakur a Partiya Komarî Thom Tilli, Senatorê Arkansas John Boozman, Senatorê Coloradoyê Cory Gardner û Senatorê Oklahmomayê James Lankford jî piştgirî da pêşnûmayê.

"MUEYIDEYÊN MALÎ LI SER BRUNSONÎ WERIN SEPANDIN"

Pêşnûmayê bal kişand ser peywira serokê Amerîkayê Donald Trump ku divê azadiyên dînî biparêze û tê xwestin ku qedexeya ketina Amerîkayê û meuydeyên malî "li ser rayedarên tirk ên ku ji rewşa rahibê amerîkî Andrew Brunsonî berpirsyar in werin" sepandin ku bi îdîaya endambûnê FETOyê li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin.

Bi heman mijarî:

'HSDê daxwaza vekirina nûneritiyekê li Amerîkayê kir, Tirkiye bifikar e'
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê ji medya amerîkî re axivî
Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir
Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin
'McGurk navbeynkarî kir da ku şerê HSDê û hêzeke erebî rawestîne'
Fermandarê HSDê: Hindik ma, em DAIŞê ji sînorên Iraqê paqij bikin
Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir
Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan
Etîketan:
Teşkîlata Hevkarî û Ewlekarî ya Ewropayê, THEE, Roger Wicker, Tırkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de