20:26 20 Hezîran 2018
USS Harry S Truman.

Keştiya balafirên şer a Harry Truman vegeriya Deryaya Spî

© AP Photo / Fabrizio Bensch/Pool
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hêza Deryayî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku keştiya balafirên şer USS Harry Truman û fîloya ligel ji bo operasyonên dijî DAIŞê yên Iraq û Sûriyeyê vegeriya Deryaya Spî.

Donald Trump
© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Fermandarê grûba êrişî ya USS Harry Truman Amîral Eugene Black di axaftina xwe de got: "Ji bo piştgiriya êrişên hewayî yên dijî DAIŞê grûba êrişî ya keştiya balafirên şer a USS Harry Truman vegeriya. Ev peyameke ku li her derê wê piştgiriya parastina aştî û ewlehiyê û bi dostan re jî li hemberî tehdîdan derkevin e."

Berî niha Defense News jî di nav de çapemeniya Amerîkayê ragihandibû ku keştiya balafiran û fîloya keştiyên şer ji bo dijderketina Rûsya û Çînê dibe demeke dirêj li Deryaya Spî bimîne, lê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) ev nûçe derewandibû.

Bi heman mijarî:

Bi moşekan êrişî keştiya tirk kirin
'Firqateyna rûsî gav bi gav keştiya balafiran a Amerîkayê dişopîne'
Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket
Li Koreya Başûr Keştiya rêwiya qeza kir 192 rêwî de xetereyê de ne
Keştiya rûsî ya ku diçe Sûriyeyê ji Tengava Çanakkaleyê derbas bû
Etîketan:
Amîralê keştiya USS Harry S. Truman, Eugene Black, Deryaya Spî, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de