18:56 23 Hezîran 2018
Alên Rûsya û Amerîkayê

Amerîkayê lîsteya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê careke din berfireh kir

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Amerîkayê bi hinceta ku Rûsyayê di hilbijartinên serokatiyê yên Mijdara 2016an a Amerîkayê kiriye, lîsteya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê careke din berfireh kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 3 kesên rûsî û 5 saziyên di hikmê kesî de xist çarçoveya (CAATSA) ya Qanûna Dijderketina bi Mueyideyan li dijî Neyaran a Amerîkayê.

Kesên ku tev li lîsteyê bûn ev in: Oleg Çirikov, Vladimir Kaganskiy û Aleksandr Tribun e û herwiha ev saziyên di hikmê şexs de jî tev li lîsteyê hatin kirin: Digital Security, Divetechnoservices, Embedi, ERPScan û Enstîtûya Lêkolîn Zanîstî ya Kvantê.

MNUCHIN: BI FSBê RE HEVKARÎ KIRIN

Berdevkê Wezareta Xezîneya Amerîkayê Steven Mnuchin amaje kir ku ev şexs û sazî bi Serwîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) re hevkarî kirine.

Mnuchin parast ku ev fealiyet fişare li ser Amerîka û hevpeymanên wê dikin.

 

Bi heman mijarî:

Amerîkayê ji ber Îranê li hemberî şîrketên tirk biryara mueyîdeyan da
Amerîka: Ji ber têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dibe em mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê bisepînin
Enreqe wê li hemberî Kurdistanê çi mueyîdeyan pêk bîne?
Meclîsa Îranê bersiv da mueyîdeyên Amerîkayê: Bûtçeyeke mezin bo mueyîdeyan veqetand
Lavrov û Tillerson piştî mueyîdeyan cara ewil civiyan
Etîketan:
Sepandin, Aborî, Mueyîde, Wezareta Xezîneya Amerîkayê, Steven Mnuchin, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de