22:30 18 Hezîran 2018
Birayên misilman

'DYAyê xwe amade dike ku wê komê wek rêxistina terorî bipejirîne'

© AP Photo / Hesham Elkhoshny
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Nivîskarê Rojnameya Haberturkê Serdar Turgut ragihand ku, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê serokê DYAyê John Bolton ji bo hin pêywiran tayinkirinên nû pêk anî ku tê gotin ev kadroya nû xwe amade dike Birayên Misilman wek rêxistana terorî nîşan bide. Li gor Turgut nûçeyên dijî Tirkiyeyê dê êdî bêtir derkevin pêş serok Trump.

Nivîskarê Rojnameya Haberturkê Serdar Turgut di nivîsa xwe ya îro de eşkere kir ku Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump, John Boltoncîgirekî nû bo xwe tayin kiriye. ji ber ku wek tayinkirinek ji rêzê ye zêde di çapemeniyê de cih negirtiye.

Serdar Turgut daxuyand ku tayinkirina Fred Fleitz pir girîng û bi talûkeye, lewre dema nivîskarên ewlehiya neteweyî tayinkirina Fleitz bihîstin bû sedema kelecanê û nîkaşan.

Fleitz bi ramanên xwe yên îslamofobîk bi polîtikaya tundrewiya dijî misilman û dewletên misilmanan ve tê naskirin.

Bi heman mijarî:

Şerê gelek dijwar: 17 leşker û 8 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar in
'Divê Trump sozên xwe bi cih bîne û pêwendiyên bi Rûsyayê re baştir bike'
Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin
Etîketan:
kom, rêxistin, Haberturk, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de