09:59 19 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump: Divê Rûsya jî beşdarî Zîrweya G7an bibe

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump beriya Zîrweya G7an daxuyanî dan û got divê Rûsya jî beşdarî zîrweyê bibe.

İnfografik
© Sputnik /
Trump, "Divê Rûsya jî beşdarî Zîrweya G7an bibe"

G8 koma welatên ku ji aliyê aborî ve herî xurt in, di sala 2014an de qeyrana Ukrayna/Kirimê wekî hincet nîşan dabû û endambûna Rûsyayê hatibû rawestandin û G8 bûbû G7.

Trûmp bangawazî kir ku Rûsya car din tev li G8ê were kirin û diyar kir ku divê Rûsya jî beşdarî zîrweya G7an a li Kanadayê bibe.

Ji aliyê din ve Trump da xuyakirin ku bokserên efsanewî yê ku 2 sal berê jiyana xwe ji dest dabû Muhammed Elî were efûkirin.

Ev bangawazî ji li civîna çapemeniyê ya Kremlînê hat pirsîn. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku "ew li ser formatên din bi hûrgilî difikirin."

Vê hefteyê Peskov diyar kiribû ku ji aliyê Rûsyayê ve her ku diçe giringiya formata G8an kêm dibe. Ji aliyê din ve giringiya G20 ya ku Rûsya tê de bi awayekî aktîf cih digre her ku diçe mezin dibe.

 

Bi heman mijarî:

‘Trump beriya vekşîna ji peymana bi Îranê re, piştgiriya Siûdî xwest'
Trump: Em cezayê herî giran li ser Îranê disepînin
Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî
Etîketan:
G8, G7, G20, Donald Trump, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de