13:33 23 Hezîran 2018
Keyê Erebistana Siûdî Selman û Serokê DYAyê Donald Trump

‘Trump beriya vekşîna ji peymana bi Îranê re, piştgiriya Siûdî xwest'

© AP Photo / Evan Vucci
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trump beriya vekşîna ji peymana nukleerê ya bi Îranê re bi rojekê, bi rêya cîgirekî xwe li Erebistana Siûdî geriyaye û piştgiriya sabitkirina bihayê petrolê xwestiye.

Ala Îranê
© AFP 2018 / ATTA KENARE
Li gor nûçeya Reutersê, Trump, beriya vekşîna ji peymana di nav dewletên P5+1an de 6 sal berê hatiye îmzekirin bi rojekê, bi rêya cîgirekî xwe têkilî bi Erebistana siûdî re danî ku di dema astengkirina tedarîka petrolê de, xwest bihayê petrolê sabit bigre. Li gor agahiyên 3 çavkaniyan, rayedarê pîle bilind yê amerîkî beriya biryara Trump, Washington bo pêbaweriya bi Riyadê bi telefonê li Prensê welîahd Muhammed bîn Selman digere.

Ji çavkaniyan yekî got ku hevdîtin di 7ê Gulanê de pêk hatiye, lê herdu çavkaniyên din ti dîrok nedan. Trump di 8ê Gulanê de welatê xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekşandibû.

Bi heman mijarî:

‘Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer bi pêş dixe'
Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
Li Washingtonê bombeya nukleer biteqe wê çi bibe?
Etîketan:
vekşîn, peyman, nukleer, Reuters, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de