09:44 19 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Trump: Em cezayê herî giran li ser Îranê disepînin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe de bal kişand ser mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got, em cezayê herî giran li ser Îranê disepînin ku heta niha cezayekî bi vî awayî nebûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingotnê, paytexta Amerîkayê bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re kom bû û her du serokan paşê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Taurmp di civînê de bal kişand ser mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got, "Ew cezayên ku Amerîka li ser Îranê disepîne, cezayê herî giran e û tenê cezayê li ser Koreya Bakur ji wan girantir e."

Trump derbirî ku ew hêvî dikin Îran wê li ser maseya mizakereyê rûne û got, em ne li dijî pêkanîna peymaneke nukleerê ne, tenê li dijî wê peymana nukleerê ya sala 2015a ne, ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama bi Îranê re ew Peyman danîbû.

Tê zanîn ku Donald Trump di 8ê Gulanê de biryara vekişînê ya ji peymana nukleerê dabû û li dijî Îranê gelek mueyîdeyên giran dabû destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî
Trump şewitandina Qesra Spî anî bîra serokwezîrê Kanadayê
Gelo sererkanê Rûsya û DYAyê bo hevdîtina Pûtîn-Trump dicivin?
Trump, piştî salekê cardin li kevneşopiya berê vegeriya
Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Macron bi gotinên Bîsmark bersîva pirsa li ser axaftina bi Trump re da
Etîketan:
ceza, Serokwezîrê Japonyayê, Serokê Amerîkayê, Şinzo Abe, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de