01:27 18 Hezîran 2018
Kim Jong-un

Pompeo: Koreya Bakur dixwaze xwe ji çekên nûkleerî paqij bike

© REUTERS / KCNA
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axaftina xwe de ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un dixwaze welatê xwe ji çekên nûkleerî paqij bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo berî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un a 12ê Hezîranê li Sîngapurê li Qesra Spî civîneke çapemenî li dar xist. Pompeo di axaftina xwe de got: "Kim di meseleya paqijkirina çekên nûkleerî amadeye gavan bavîne. Amerîka û Koreya Bakur ji bo zîrweyê rasterast hevdîtinan pêk tînin."

Mike Pompeo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serok Trump wê bi hêvî here Sîngapurê, lê wê baldar be jî. Me dît demên berê bê çawa peymanên xirab hatin îmzekirin. Trump peymaneke xirab îmze nake."

Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe ya li Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku eger zîrweya bi Kim re ne li gorî daxwaza min be ez ê biterikînim.

Bi heman mijarî:

Pompeo: Kurd di nav de hemû gelên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dê siberoja welatî diyar bikin
Hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo destpê kir
Pompeo û Lavrov cara ewil bi telefonê axivîn
'Bi Mike Pompeo re em ê vekşîna YPGê eşkere bikin'
Pompeo: Rûsya û Tirkiye hewl didin aramiya li Balkanan têk bibin
Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir
Etîketan:
Mike Pompeo, Kim Jong-un, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de