23:00 21 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hevdîtina çaverêkirî ya 12ê Hezîranê ku li Sîngapûrê bi Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un re bike got ku heger hevdîtin baş derbas bibe, dibe ew Kîm vexwîne Koşka Spî.

Trump piştî hevdîtina bi serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe li ser lutkeya Koreya Bakur a Sîngapûrê ragihand, "Heger baş derbas bibe, dibe ku Kim Jong-un ji bo Koşka Spî vexwînim. Dibe ku serdana xwe bi Koşka Spî bide destpêkirin."

Trump herwiha da xuyakirin, ger peymaneke bi Koreya Bakur re were girêdan, ew dê bi Japonya, Çîn û Koreya Başûr re kar bikin û got, "Kîm jî dixwaze hinek tişt biguherin; ji bo gelê xwe, malbata xwe û ji bo xwe dixwaze tiştekî bike."

Trump diyar kir ku heger hûn gotina ‘Fişara maksîmûm' ji min nebihîzin hûn bizanin ku hevdîtin baş derbas bûye, heke na baş derbas nebe amade me lutkeya bi Kim Jong-un re biterikînim jî.

Bi heman mijarî:

Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?
Balafirên şer gundên quntara Çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan
Encamên du rapirsînên dawî hatin eşkerekirin: Kîjan partî û namzed çiqas deng distîne?
Bernameya TRTê ya Demirtaş diyar bû: Dikare zindî jî biaxive
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Etîketan:
Kim Jong, Trump, koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de